Dayikên Şemiyê: Em ê hesabê hestiyên xwe ji wan bipirsin 2021-10-23 16:45:18   STENBOL - Dayikên Şemiyê vê hefteyê di çalakiya xwe de, bal kişandin ser Fehmî Tosûn ê 26 sal berê hatibû windakirin û aqûbeta wî pirsîn. Hevjîna Tasûn Hanim Tosûn, anî ziman ku heta kujer bêne darizandin wê têkoşîna xwe bidomînin   Dayikên Şemiyê bi armanca kesên di bin çavan de hatine windakirin bêne dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe di hefteya 865’an de berdewam kirin. Xizmên windayan ji ber şewba vîrûsa corona dîsa bi rêya video çalakiya xwe parve kirin. Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Fehmî Tosûn ê 26 sal berê di 19’ê Cotmeha 1995’an de hatibû windakirin pirsîn.    'EM Ê HESABÊ HESTIYÊN XWE JI WAN BIPIRSIN'    Hevjîna Fehmî Tosûn, Hanim Tosûn, anî ziman ku ev roj ji bo wê rojek reş e û wiha got: “Ez hemû kesên winda bûne bi bîr tînim. Hevjînê min ji ber nasnameya siyasî hat windakirin. Heta hemû winda bêne dîtin em ê têkoşina xwe berdewam bikin. Piştî hevjînê min hat windakirin, gelek kesên din jî hatin windakirin. Tenê hevjînê min nehat windakirin. Bi hezaran kes hatin windakirin. Heta ku em hebin têkoşîna me dê bidome. Heta hemû winda bêne ditin têkoşîna me dê bidome. Em di têkoşîna xwe de bidominin.    Tosûn, destnîşan kir ku ew dê li ked û şopa windayan xwedî derkevin û wiha berdewam kir: “Ew rêya ku ew têde ne rêyek şaş bû. Ew rêşa aştî û azadiyê bû. Em ji kesên mirovên me winda kirine hesap dipirsin. Heta ku hesab bidin me dê destê me di qirika wan de be. Ji ber ku em mafdar in. Tu mafê kesî tune kesên din winda bike. Em ê hesabê hestiyên xwe ji wan bipirsin.”    LI PÊŞ ÇAVÊN ZAROKÊN WÎ...    Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, jî anî ziman ku Fehmî Tosûn di 19’ê Cotmeha 1995’an de li pêş mala xwe hat revandin û wiha got: “Li pêş çavên zarokên wî li maşînê sûyar kirin û revandin. Li gel ku zarokên Fehmî Tosun plakeya erebê qeyd kirin jî hêj encam bi dest nexistine. Di vê bûyerê de hem şahid hene, hem jî plakeya erebeyê heye. Li gel vê rastiyê encam nehatiye girtin. Di dosyaya vê dozê de jî biryara bêşopandinê hat dayîn.”  Keskîn, anî ziman ku dewletê biryara bêşopandina dosyayê da û wiha axivî: “Me plakeya maşîna ku Fehmî Tosûn revandin da Wezareta Karên Hundir. Lê wezaretê bi hinceta ewlehiya xwediyê maşîneyê lêpirsîn neda destpêkirin. Ev daxwaza me hat redkirin. Têkoşîna me ya hiqûqî dê bidome."   FEHMÎ TOSÛN   Li ser navê Mirovên Şemiyê Aylîn Tekîner daxuyanî xwend û wiha got: “865 hefte ne wekî politikaya dewletê xizmên me hatin windakirin û hêj hesap ji wan nehatiye pirsîn. Di hefteya 865’an de em bale dikişînin ser dosyaya Fehmî Tosun. Dema Tosûn winda kirin, 35 salî bû û bavê 5 zarokan bû. Li gundê Licokê ya navçeya Liceya Amedê bû. Malbata Tosûn ji ber zextên dewletê koçî Stenbolê kirin. Tosûn di 19’ê cotmeha 1995’an de li gel hevalê xwe Huseyin Aydemîr ji malê çûn kar. Dema ji mal derketin carek din nehatin malê. Di saetên êvarî de kesên bi bêtêl û bi çek Fehmî Tosûn anîn malê. Tasûn li baxçeyê malê ji hevjîn û zarokên xwe re got “Dê min bikujin.” Piştre ew bi zorê li maşînê suyar kirin û birin. Li ser vê yekê Hanim Tosûn çû qereqola Avcilarê aqûbeta Tosûn pirsîn. Serî li hemû rayedaran dan. Lê piştî demekê heyetê bi hinceta dem borî ye doz girtin.”