‘Bila girtiyên nexweş Burgu û Gokan werin berdan’ 2021-10-23 14:43:35   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî xwest ku mafê serbestiya bi kontrol ên girtiyên nexweş Yavuz Selîm Burgu û Hakan Gokcan were sepandin.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 372’yemîn de çalakiya heftane li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê li dar xist û bi civîna çapemeniyê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Li ser navê Înîsiyatîfê Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Sevîl Turgut daxuyanî da û rewşa girtiyê nexweş Yavuz Selîm Burgu yê li Girtîgeha Kayseriyê ya Tîpa T a Jimara 1’an û girtiyê nexweş Hakan Gokcan ê li Girtîgeha Afyonê ya Tîpa E tên ragirtin vegot.    Turgut got girtiyê nexweş Selîm Burgu ji lingê xwe astengdar e û ji ber nikare li serê bigere rewşa wî giran e. Turgut destnîşan kir ku ji bo were berdan rapora berdana wî red kiriye dane wî û di raporê de hatiye gotin ku di dikare di girtîgehê de bimîne.    Turgut bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Hakan Gokcan jî û got ji ber ew di sala 2014’an de bi ceryanê ve zeliqî ye milê xwe yê rastê winda kiriye û gelek nexweşînên wî hene û bi tena serê xwe nikare di girtîgehê de li xwe binêre.    Turgut da zanîn ku ji ber her du girtî jî nexweş in û astengdar in divê mafê wan ê serbestiya bi kontrol were sepandin û xwest hemû girtiyên nexweş werin berdan.