ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2021'AN 2021-10-23 09:00:08 * Derket holê ku di Îlona 2018'an de bi hinceta "voltaavêtinê" cezayê dîsîplînê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye birîn.  * Çalakiya protestokirina ji bo bihabûna fiyetên xwarinê û wargehê ya xwendekarên Zanîngeha Wanê didome. Rektor Hamdûllah Şevlî ku hevdîtin bi xwendekaran re kir, soz da xwendekaran ku dê heqê çayê bike 50 quriş.    * Şêniyên herêmê pengava ku tê xwestin li Dero Findikê ya Xozatê bê çêkirin wekî "qirkirina xwezayê" pênase kirin û gotin, dê nehêlin pengav bê çêkirin.    * Li Şirnexa ku di demên dawî de rêjeya bikaranîna tiryakê zêde bûye, hatibû plankirin ku di 2019'an de li Cizîrê AMATEM bê avakirin, lê belê destûra wê nehatibû dayîn. Sekretera Jin a SES'ê Hatûn Magî, anî ziman ku AMATEM ji bo Şirnexê pêdivîyeke pêwîst e.    * Aborîzan Ramazan Tûnç, anî ziman sedemeke sereke ya krîza aborî jî helwesta ewlehîparêz a ji bo meseleya kurdî ye û malîyeta vê polîtîkaya ewlehîparêz 600 milyar dolar e.    * Li navçeya Elkê ev sal û nîvek e ji ber Şaredariya AKP'î projeya germavên Zumrutê ya şîfayê neqediyaye.    * Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 229'emîn de berdewam bike.    * Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar wê di çarçoveya hevdîtinên têkildarî deklarasyona partiya xwe ku eşkere kiribû wê li Antalyayê bi nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî re bicive. (11.00-16.00)   * Hunermend Ahmet Guneştekîn wê derbarê rexneyên ji bo pêşengeha wî ya li Birca Keçê ya Amedê vekiribû ku hatin kirin wê li otelek Sûra Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.30)    * ÎHD û Xizmên Windayan wê li Amed û Êlihê wê bi dirûşma "Bila Winda bên dîtin kujer werin darizandin" çalakiyên heftane li dar bixin. (12.00)   * Aktîvîstên mafê mirovan wê li Enqereyê û Stenbolê balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (12.00)    * Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û kujer werin darizandin wê di hefteya 865'emîn de çalakiya xwe li dar bixin. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê wê bi dirûşma "Winda bila bên dîtin, kujer werin darizandin" li ber Sumerbanka berê daxuyanî bide. (13.00)