Doza Komkujiya Pirsûsê: Dadgehê ceza li bersûcekî tenê birî û dosyeya dozê girt 2021-10-22 20:53:29 RIHA - Dadgehê di Doza Komkujiya Pirsûsê de 34 caran cezayê muebeda giran li bersûc Yakûp Şahîn birî û dosyeyê girt.  Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de ciwanên bi pêşengîya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo pêlîstokan bibin ji zarokên Kobaniyê re li navçeya Pirsûs a Rihayê li Navenda Çandê ya Amarayê li hev civiyabûn û DAIŞ'ê li hemberî wan êrişeke xwekujiyê pêk anîbû. Di vê êrişa xwekujiyî de 33 ciwan jiyana xwe ji dest dabûn.    Îro danişîna 21'emîn a doza derbarê vê êirşê de hat lidarxistin. Piştî navberdayînê bersûc Yakûp Şahîn ku di çarçoveya dosyeyê de tenê ew girtiye, parastin kir. Şahîn, parastina xwe ya di danişîna berê de kiribû dubare kir.    Piştî parastina Îahîn, heyeta dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê, biryar da ku dosyeya Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî yên firar bê veqetandin û 34 caran cezayê muebeda giran û hezar û 900 sal ceza û 40 hezar TL cezayê pereyî li Yakûp Şahîn birî û dosyeya dozê girt.    Malbatan biryara dadgehê bi berzkirina dirûşmeyan û çepikan protesto kirin.