Li Semsûrê kesek hat binçavkirin 2021-10-22 08:51:38   SEMSÛR - Li Semsûrê di serdegirtina malê de Hevserokê BDP'ê yê berê Mehmet Varol hat binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê ve hat destpêkirin, polîsan bi ser mala Hevserokê Rêxistina Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Mehmet Varol de girt. Piştî lêgerîna li malê Varol hat binçavkirin. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û wî birin Miduriyeta Polîsan a Semsûrê. Hat zanîn ku biryara veşarî li ser dosyeyê heye û hevdîtina parêzeran hatiye sînordarkirin.