Aygul Dokû bang li Wezîrê Dadê kir 2021-10-15 11:55:16   DERSIM - Xwişka Gulistan Dokû, Aygul Dokû, bang li Wezîrê Dadê kir û got: "We Gulistan nedît û Zaynal Abarakov ne darizand."   Xwişka xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ku ji 5’ê Çileya 2020’an ve li Dersimê winda bûye û tu agahî jê nayê girtin Aygul Dokû, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal bang li Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul kir.    Dokû, diyar kir ku li Dersima ku her derê wê bi kamerayan tê şopandin, ev demek dirêje ew ji xwişka xwe Gulistanê agahî nagirin û ev bang li Wezîr Gul kir: “Nedîtina Gulîstanê ne edalete. Nedarizandina kesên Gulîstan derb kirin, ne edalete. Edalet ne ew e ku hûn ji malbata keça xwe winda kiriye re bêjin 'bawer bikin keça we winda bû û ez we didarizînim.' We Gulistan nedît, we Zaynal Abarakov ne darizand û bi ser de jî hûn vê malbatê di darizînin. Hûnê bi şev çawan ji zarokên xwe re bêjin ku we Gulîstan di tariyê de hişt, we ev malbat darizand û gumanbarên ku Gulîstan birin ne darizandin? Gelo hûn dikarin vê reva bikin?"