Piştî Erdogan û Çavûşoglû Akar jî gefa êrişê xwar 2021-10-14 11:18:26   NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got “Em ê destûrê nedin korîdoreke terorê” û diyar kir ku ji bo êrişê çi pêwîst be dema ku dema wê bê wê bê kirin.    Gefên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Piştî Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve Mevlût Çavûşoglû, Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar jî gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwar. Akar ku tevlî merasîma vekirina Zanîngeha Parastina Neteweyî bû, derbarê êrişeke muhtemel a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de axivî û diyar kir ku ew ê hemû gavên pêwîst derbarê êrîşê de di dema xwe de bavêjin.   Akar, peymanên Tirkiyeyê yên bi Amerîka û Rûsyayê re yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xist û angaşt kir ku Tirkiye hurmetê nîşanî sînor û mafên serweriyê yên hemû cîranên xwe dide û ev tişt got, "Li aliyê din wezîfeya me ye ku em welatê xwe biparêzin. Eger li derve terorîst hebin, eger hûn nikarin tiştekî bi wan bikin, divê em bikin. Em ê destûrê nedin korîdoreke terorê.”