Kaplan: Divê her kurd mala xwe bike cihê perwerdehiya zimanê kurdî 2021-10-14 10:04:13 ENQERE - Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand, Huner, Spor û Polîtîkayên Perwerdehiyê yê HDP’e Salîm Kaplan, bal kişand ser perwerdehiya zimanê kurdî û ev tişt got: "Hewceye her kurd mala xwe bike cihê perwerdehiya zimanê kurdî. Ji bo ku em encam bigirin tu sedem nîne." Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER), di 12 cotmeh’ê de sertîfîkayên xwe pêşkêşî rêveber, parlamenter û xebatkarên HDP'ê yên ku ji qursên zimanê kurdî mezûn bûne kir. Perwedehiya zimanê kurdî bi polen ku hîn neqediyane li HDP’ê didome. Perwerdehî bi awayek online tê meşandin. Heta niha herî kêm 400 kes beşdarî perwerdehiyê bûne. Hevserokê MED-DER’ê Şîlan Elmas Kan û Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand, Huner, Spor û Polîtîkayên Perwerdehiyê yê HDP’e Salîm Kaplan, derbarê perwerdehiyê û tekoşîna ziman de axivîn.   Di destpêka axaftina xwe de Hevserokê MED-DER’ê Şîlan Elmas, kampanya ku ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwedehiyê dabûn destpêkirin bi bîr xist û diyar kir ku HDP’Ê berpirsariya xwe ya kampanyayê bi cih aniye û wiha got: “Parlamenter, endamên MYK û PM’ê jî di nav de nêzî 450 xebetkarên HDP’ê dest bi fêrbûna zimanê kurdî kirin. Hewldan û xwedî derketina HDP’ê ya kampanyayê xurt bû. Hê jî em kampanyayê bi hev re didomînin û pewerdekirina HDP’iyan berdewam dikin.”   ‘JI BO MAFÊN GELAN NEYÊN BINPÊKIRIN PIR ZIMANÎ’    Di berdewamê de Elmas, bal kişand ser damezirandina Komara Tirkiyeyê û destnîşan kir ku komarê yek zimaniyê esas girtiye û ji ber vê zimanê bi milyonan kurd, ermen, ereb û suryaniyan tune hesibandiye û ev tişt anîn ziman: “Li welatên ku demokrasî li wan pêş e, ji bo ku mafên gelan bin pê nebin di perwedehiya xwe de pirzimaniyê esas digirin. Lê li Tirkiyê, gelek parlamenterên ku partiyên dinê de cih digirin ji bo zimanê xwe tu tekoşînek nameşînin. Kurdewariya xwe jî ji bîr dikin û tim xwe di bandora desthilatdaran de dibînin.”   ARMANCA FERMÎKIRINA ZIMANÊ KURDÎ YE   Herî dawî Elmas qala armanca MED-DER’ê kir û têkildarî mijarê ev tişt gotin: “Armanca MED-DER’e ew e ku kurdî bike zimanê fermî. Bi xebatên MED-DER’ê xwedîderketina li kurdî zêde dibe lê ev tenê ne bes e. Kijan partî were serî dibêje em dê Pirsgirêka Kurd çareser bikin. Vê rewşê qebûl dikin. Pirsgireka çand û ziman heye. Ji ber vê em dibêjin zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Hewceye dewlet êdî dev ji hişmendiya nijadperestiyê ya li dijî zimanê kurdî berde.”   OTOASÎMÎLASYON           Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand, Huner, Spor û Polîtîkayên Perwerdehiyê yê HDP’e Salîm Kaplan jî bi bîr xist ku di bernameya HDP’ê de pir zimanî heye û wiha got: “Politikayek pişaftinê ya taybet li ser kurdan û zimanê kurdî heye. Ji damezirandina Komara Tirkiyê heta îro bi aweyekî sîstematîk li ser kurdan êrîşek mezin heye.  Kesên ku li ziman xwedî derketin hatin girtin û gelek caran hatin qetilkirin. Lê em çiqas behsa van polîtîqayan bikin jî otoasîmîlasyonek jî di nav gelê kurd de heye. Kurdên temenê wan di bin 18 salan de yên li metrepolan dijîn êdî bi zimanê xwe naaxivin. Vê yekê bandora xwe dabû nava HDP’ê jî. Di nav HDP’ê de tirkî bûbû zimanê sereke.”   ‘PARTIYA ME LI HEMBER POLÎTÎQAYÊN PIŞAFTINÊ YE’   Di berdewamê de Kaplan, bi van gotinan bal kişand ser serweriya zimanê tirkî ya di nav HDP’ê de: “Xebatên dihatin meşandin zêdetir bi tirkî bûn. Encamname, giştîname bi zimanê tirkî dihatin nivîsandin. Ji tirkî wergera wan a kurdî dihat kirin.  Ev bi xwe hiyerarşiyek dixist nava zimanan. Partiya me ji berk u li dijî polîtîqayên pişaftinê ye, hewl da ku zimanê kurdî bibe zimanê bingehîn ê partiyê. Ji bo vê pêdivî bi perwedehiyê hebû. Me bi 7 polan xebatên xwe da destpekirin. Xwedîderketinek mezin hebû û gelek kesan belgeyên xwe wergirtin. Perwedihiyên me berdewam dikin. Wê êdî ji nava HDP’ê mamosteyên zimanê kurdî jî derkevin. Em ji bo vê dixebitin.”   TEKOŞÎN    Kaplan, bi lêv kir ku xebatên wan ji bo gelê kurd xwe rexnekirine û ev tişt anîn ziman: “Piştî v^’e xebatê piranî afîş, pankart û belavokên me bi du zimanan tên amadekirin. Êdî peyam an jî giştînameyên ku tên parvekirin jî bi kurdî tên amadekirin. Hevalên me jî hê bêtir li parlamentoyê axaftina xwe bi kurdî dikin. Heta sala çuyî jî dema ku li meclisê bi kurdî dihate axaftin digotin ‘xxx’ niha dibêjin ‘zimanek ku me jê fêm nekiriye’ ev rureşiyek meclisê ye. Lê bi vê tekoşînê êdî neçar man ku navek din lê bikin. Bi vê helwest û têkoşînê em bawerin ku wê êdî li meclisê jî di girtekan de bibêjin bi zimanê kurdî hate axaftin. Bi vê tekoşînê wê politiqayên pişaftina sedsale wê vala derkeve.”     ‘HEWCEYE KURD MALA XWE BIKIN CIHÊ PERWEREDHIYÊ’   Herî dawî Kaplan, ev bang li gelê kurd kir: “Hewceye her kurd mala xwe bike cihê perwerdehiya zimanê kurdî. Têkiliya cîrantiyê, dan û stendina bazirganiyê, hemû tişt dibê bi zimanê kurdî be. Ji wewn û xeyalên me hetanî îbadeta ku em dikin divê bi zimanê kurdî be. Her çiqas kêmasiyên me hebin jî em wek HDP di nav vê hewlêdanê de ne. Ger ku em tekoşîna ziman bi hevre bimeşînin bi rastî ji bo ku em encam negirin tu sedem namîne.”   MA / Zemo Aggoz