Li gundan kampanyaya ‘Dema azadiyê’ hat birêvebirin 2021-10-13 16:16:20 ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya Hezexê di çarçoveya kampanyaya “Dema azadiyê” serdana gundan kir.    Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Hezexê di çarçoveya kampanyaya “Dema azadiyê” serdana gundên navçeyê kir. Şandeya ku Dayikên Aştiyê, Parlamentera HDP’êy a Şirnexê Nûran Îmîr, aktîvîstên TJA’yê û rêveberên HDP’ê pêk dihat serdana gundên Hespistê, Xêrabê Şerefa kirin. Şandeyê derbarê kampanyayê de agahî dan xelkê gundan. Xelkê gundan jî şandeyê bi coşek mezin pêşwazî kir û pirsgirêkên ew pê re rûbirû dimînin parve kirin.    Parlamenter Nûran Îmîr di serdana gundan de axivî û wiha got: “HDP ruhê azadiyê bi xwe ye. Her çiqas hûn me bigirin jî wê nûnerên gel kuçe bi kuçe di nava gel de bin. Em li dijî tifaqa dijminatiyê tifaqa dostane, bawer û gelan dihûnînin. Tevî her tiştî jî wê tifaqa demokrasiyê qezenc bike.”