Doza Demîrtaş a "heqareta" li Davûtoglû taloq bû 2021-10-13 13:43:34   STENBOL - Danişîna doza ku bi angaşta "heqaretê" li Serokwezîrê demê Ahmet Davûtglû kiriye li Selahattîn Demîrtaş hatibû vekirin taloq bû.    Danişîna doza ku bi angaşta di sala 2015'an de dema qedexeyên derketina derve "heqaretê" li Serokwezîrê demê Ahmet Davûtglû kiriye li Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hatibû vekirin, li 47'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Parêzerên Demîrtaş tevlî danişînê bûn, lê parêzerên Davûtoglû hincet nîşan dan û tevlî dozê nebûn.  Parêzerên Demîrtaş ji bo parastinê daxwaza dema zêdek kirinç Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û danişînê taloqî 30'ê adara 2022'an kir.