Tirkiyeyê di berdêla çi de Casimê DAIŞ'î da Iraqê? 2021-10-13 12:33:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat hînbûn ku Samî Casim ê DAIŞ'î ku Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî ragihandibû "li derveyî welat bi operasyoneke taybet" hatiye girtin, ji aliyê Tirkiyeyê radestî Iraqê hatiye kirin. Rojnameger Dogan Çetîn, angaşt kir ku Casim ne li Sûriyeyê li Tirkiyeyê hatiye girtin û pirsa ku Casim di berdêla çi de radestî Iraqê hatiye kirin kir.   Serokwezîrê Iraqê Mûstafa Kazimî, du roj berê li ser hesabê xwe yê twîtterê ragihandibûn ku Alîkarê Serokê DAIŞ'ê Ebû Îbrahîm el Haşîmî el-Kûreyşî, Samî Casim "li derveyî welat bi operasyoneke taybet" hatiye girtin. Derket holê ku Casim ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye girtin û radestî Iraqê hatiye kirin. Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê ku ji Reutersê re axivîn, ragihandin ku Casim li deverên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye girtin û wî bi balafireke leşkerî birine Iraqê.   'WÊ DI BERDÎLÊ DE ÇI BIGIRE?'   Rojnameger Dogan Çetîn, têkildarî girtina Casimê DAIŞ'î ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re nivîsek nivîsand û bal kişand ser dema girtina Casim û got ku Tirkiye bi vê xwestiye propagandaya hilbijartinê ya Hikumeta Navendî ya Iraqê bike û ji bo operasyonên li dijî PKK'ê yên li Herêma Kurdistanê bêdeng bibe. Piştî vê şîroveya xwe Çetîn, pirsa ku Casim di berdilê çi de radestî Iraqê hatiye kirin kir û ev tişt nivîsand: "Ev demeke Tirkiye li xaka Herêma Kurdistanê û Iraqê operasyonên leşkerî li dar dixe. Li ser radestkirina Casim bazarî hatine kirin. Hinek be jî diyar e ku Tirkiye çi daye lê girtinên wê ne nîşaneya talûkeyên nû ne?"   Çetîn, herî dawî bi bîr xist ku demeke Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar bi Herêma Kurdistanê û Bexdayê re di têkiliyê de ye.