Polisan bi fîşekên gazê yên dîroka wan derbas bûne agir derxistin 2021-10-12 17:08:23   ŞIRNEX - Polisên ku li navçeya Cizîrê fîşekên gazê yên dîroka wan derbas bûye îmhat kirin, li qada çêrgeh agir derxistin. Dema ku gundiyan agir bi derfetên xwe vedimirand ji bo geşkirina agir polisan hê bêtir fîşekan avêtin devera agir.    Li mezra Îsaaga ya gundê Baska yê navçeya Cizîrê ya Şirnexê, ji ber avêtina polisan a bê serû ber a fîşekên gazê yên dîroka wan derbas bûne, li qadeke çêrgeh agir derket. Dema ku gundiyan helw da bi derfetên xwe agir vemirînin polisan zêdetir fÎşekên dîrokê wan derbas bûne avêtin nav agir. Gundiyan bertek nîşanî wan polisan ev tişt gotin: "Qaymeqamiyê ji me re got ku fîşekên dîroka wan derbas bûye îmha bikin. Em jî li vir îmha dikin. Heke hûn îttîraz dikin biçin li Qaymeqamiyê gilî bikin.    Dema ku gundî li Şaredariya Cizîrê ya ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin geriyan, şaredariyê ji wan re got ku herêm di bin kontrola polisan de ye û heke destûr bê dayîn wê karibin bên gund. Rexmî ku gelek caran li tîmên agirkujiyê hat gerandin jî mudaxile li agir nehat kirin û û gundiyan bi derfetên xwe agir vemirand.