Piştî sê salan derbarê girtiyekî de lêpirsîn hat destpêkirin 2021-10-12 17:07:13   OSMANIYE - Derbarê Ferhat Demîrbaş ê di sala 2018’an de li Girtîgeha Osmaniyeyê belgeyên aydê girtiyan şandin, piştî 3 salan lêpirsîn hat destpêkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Osmaniye sê sal şûnda derbarê Ferhat Demîrbaş, ku li Girtîgeha Osmaniyeyê ya Tîpa T a Hejmara 1'an girtî bû, bi hinceta ku di sala 2018’an de belgeyên aydê girtiyên din şandiye, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” lêpirsîn da destpêkirin. Demîrbaş ê ji ber “amûrên qedexekirî li cem xwe digire” tê sûcdar kirin, ji Girtîgeha Bunyana Kayseriyê bi SEGBÎS’ê îfade da Serdozgeriya Osmaniyeyê. Demîrbaş, diyar kir ku dokuman ne aydê wî ne, beriya niha li Îzmîrê jî derbarê van belgeyan derbarê wî de lêpirsîn hatibû despêkirin lê ceza negirtibû û sûcdarî qebûl nekir. Dozgeriyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtinê Demîrbaş sewqî 1’emîn Dadgeha Cezayê Silhê ya Osmaniyeyê kirin.    Demîrbaş li dadgehê sûcdarî red kirin û wiha got: “Mijar bi temamî ji xeletiya ku rayedarên girtîgehê kiriye derketiye holê. Ligel ku ez girtiyê edlî jî me bi mehan li qawişên ku sûcên rêxistinê lê dimînin mam. Endamtiya min a tu rêxistina nîne. Dixwazim ku negirtî werim darizandin.” Dadgehê biryara ku Demîrbaş negirtî were darizandin da.