30 sal ceza li mamosteyê ku xwendekarên xwe îstismar kiribû hat birîn 2021-10-12 16:07:27   RIHA - Li mamoste Mehmet Emîn K. ku li dibistaneke taybet 3 xwendekarên xwe îstismar kiribûn 30 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.    Mehmet Emîn K. ku li Rihayê li dibistaneke taybet mamostetiya muzîkê dikir, 3 xwendekarên xwe îstismar kiribû. Piştî ku xwendekarên îstismara li hemberî xwe ji malbatên xwe re vegotibûn îstismar derketibû holê. Li ser gilîkirina malbatan di 3'ê sibata 2020'an de derbarê mamoste Mehmet Emîn K. de bi sûcdariya "îstismara zayendî" û "gefa li azadiyê" dozname hatibû amadekirin û di 26'ê nîsanê de hatibû berdan. 7'emîn danişîna dozê li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê hat dîtin. Ji ber ku li leşkeriyê bû Mehmet Emîn K. tevlî danişînê nebû. Parêzerê Mehmet Emîn K., parêzerên zarokên mexdûrê îstismarê,  Nûnera Komeleya Têkoşînê ya Îstismarkirina Zarokan a Mamoste Saadet (ÛCÎM) a Rihayê Cemîle Karaboga tevlî danişînê bûn.    Di danişînê de dozger mutalaaya xwe danişîna beriya niha dubare kir û ji ber "îstismarakirina zayendî" ya 3 zarokan xwest ku Mehmet Emîn K. bê cezakirin. Parêzerê Mehmet Emîn K. li dijî beraetê û daxwaza cezakirinê derket û daxwaza beraeta muwekîlê xwe kir. Parêzer Cemîl Karaboga jî xwest ku bersûc bi cezayê herî giran bê cezakirin û girtin. Piştî parastinê heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir. Dadgehê, ji ber îstismarkirina 3 zarokan 30 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Mehmet Emîn K. birî.    Parêzer Karaboga, destnîşan kir ku ceza hindik e û ji ber vê dê îttîraza biryara cezayê bikin.