Malbata Şenyaşar: Di her bêhngirtina me de hêvî heye 2021-10-12 11:37:51 RIHA - Malbata Şenyaşar ku di roja 218'an de Nobeta xwe ya Edaletê li ber Edliyeya Rihayê didomîne ev peyam parve kir: "Rexmî vê bêedaletiya ku li ber edliyeyê pêk tê jî di her bêhngirtina me de hêvî heye. Wê heqîqet teqez rojekê derkevin holê."   Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, di 14'ê hezîrana 2018'an de xizm û parastvanên parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbatê qetil kiribûn. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, bi daxwaza edaletê di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê dan destpêkirin. nobeta malbatê di roja 218'an de didome. Ji ber ku pankartê di roja 200'î ya çalakiyê de hat desteserkirin malbat nobeta xwe bê pankart didomîne.    Malbatê, li ser hesabê xwe medya sanal hesabên Serdozgeriya Komarê ya Rihayê, Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Dûrakoglû û Lijneya Giştî ya Meclisê etîket kir û parvekirin kir: "Rexmî vê bêedaletiya ku li ber edliyeyê pêk tê jî di her bêhngirtina me de hêvî heye. Her çiqas rayedarên li Edliyeya Rihayê nebihîzin jî kesên ku dibihîzin û hîs dikin hene. Wê heqîqet teqez rojekê derkevin holê."