Li Pîranê mamosteyekê 7 zarokan tacîz kir 2021-10-12 11:29:58   AMED - Derket holê ku li dibistaneke seretayî ya navçeya Pîranê mamosteyê bi navê D.B. 7 zarokan tacîz kiriye. Derbarê D.B. de tu kirarî nehatiye kirin û xwendekar hefteyeke ji tirsa newirin biçin dibistanê.    Derket holê ku li dibistana gundê Deran ê navçeya Pîranê ya Amedê mamosteyê bi navê D.B. 7 xwendekarên keç tacîz dike. Piştî pevçûneke ku li polê derket xwendekarên kur tacîzê vegotin. Li ser vê di 4'ê cotmehê de ji bo îfade bidin 4 xwendekarên keç ên 9 salî çûn Fermandariya Cendirmeyan a Pîranê û piştre zarokan birin Navenda Şopandina Zarokan (ÇÎM) a li Amedê. Li vir hat xwestin bi pedagog re îfadeyê xwendekaran bê girtin. Lê ji ber ku pedegog zilam bûye, zarokan îfade nedaye û tirsiyane. Piştî ku zarokan tiştên mamoste aniye serê wan ji malbatê xwe re vedibêjin malbatên wan giliya mamoste dikin. Rexmî giliya malbatan jî derbarê mamoste D.B. de tu kirarî nehatiye kirin û xwendekar jî hefteyeke ji tirsa naçin dibistanê.    'KEÇA MIN ÊVARÊ QET NEAXIVÎ'   Songul K. ku keça wê ya 9 salî hatiye tacîzkirin, roja bûyerê wiha vegot: "Dema ku me bihîst hevjînê min çû dibistanê û keça min anî malê. Roja ku wê keça min îfade bidana li min nêrî û çavên wê têje girî bû. Got, 'dayê naxwazim biçim, pirsên şerm ji me dikin'. Min jî ji pirs kir ku tiştên wiha jiyaye ya na. Keça min got, 'mamosteyê wan destê xwe daye deverên wan ên taybet'. Min ji jeça xwe re got, 'em ji te bawer in, bi awayekî vekirî îfade bide'. Piştre ji bo îfadeyê weke malbat em çûn Fermandariya Cendirmeyan a Pîranê. Îfadeyên me heta êvarê berdewam kirin û 4 xwendekaran ji bo ku bi pedegog re îfadeyê wan bê girtin. birin ÇÎM'ê. Lê ji ber ku pedagog zilam bûye xwendekaran tiştekî venegotiye. Wê şevê keça min qet neaxivî."   'DOZGER GUH NEDA ME'   Di berdewamê de Songul K. da zanîn ku piştî xwendekarekî kurik bûyerê ji malbata xwe re vegotiye weke malbat careke din gilî kirine û ev tişt anîn ziman: "Piştî vegotinên zarok ku xwîna mirov sar dikin dayika wî ji bo îfadeyê wî careke din bir fermandariyê. Piştî ku îfade digirin cendirme dibêjin serî li dozgeriyê jî bidin. Lê dozger jina gilî dike guhdar nake. Tenê zarok guhdar dike û dibêje, 'Em ê navberekê zarokan li hev kom bikim îfadeyê wan bigirim'. Li ser vê em 6 kes ji bo îfadeyê çûn dozgeriyê. Lê dozger me guhdar nekir. Ji ber ku me weke mamoste xîtabî wî me biçûk xist û xwest em bi peyva dozger xîtabî wî bikin. Ez ji bo nîqaşkirina meqamê wî neçûbû wir Dayikeke dilşewat im û ji bo vegotina derdê xwe û bibim dengê keça xwe çûbûm wir. Heke keçê wan bûna wê wiha nekirine û pedegoga jin wê ji Stenbolê bianiya û îfade bigirta."    HIN ZAROKÊN DIN JÎ HENE   Songul K. destnîşan kir ku bi zorê derdê xwe ji dozger re gotine û ev tişt got: "Du zarokên kurik jî li wir îfade dan. Îfadeyên wan hev digirtin. Parêzer got ku li gorî van îfadeyan divê mamoste ji peywirê bê avêtin û 20 sal bê cezakirin. Parêzer van îfadeyan ji dozger re bir lê dozger îfadeyan qebûl nekir û got ku wê biryara neşopandinê derbixe. Em vê qebûl nakin. Ev mamoste wê ji vir biçe lê cihê ku biçê wê hin zarokên din tacîz bike. Ev mamoste 8 sal in li vir e. Xwendekarên wî yên berê jî dibêjin ku wan tacîz kiriye. Heta niha ji tirsa negotine. Em daxwaz dikin ku ev mamoste ji peywirê bê girtin û cezayê herî giran lê bê birîn. Em naxwazin ser bûyerê bê girtin. Bila hin zarokên din neşewitin."   'EM DIXWAZIN BÊ GIRTIN'   Jina bi navê Leyla C. got ku ji ber mamoste keça wê tirsandiye li Amedê îfade nedaye û wiha got: "Keça min ditirsiya, dilerizî, tiştek nedigot. Hemû zarok heman tiştî dibêjin. Gelek tiştan aniye serê zarokên me lê dilê min dixele ku bibêjim. Keça min 9 salî ye û derûniya wê xera bûye. Hefteyeke em diçin cem rayedaran lê kes tiştekî nake. Hewl didin veşêrin. Gere ji roja destpêkê ve wî bigirtana û bavêtine hefsê. Niha xwendar piştevaniya hev dikin û bêyî ku bitirsin tiştên mamoste aniye serê wan vedibêjin. Hiqûq çi dibêje bila wê bikin. Wê piştî 20 rojan pedegoga jin bê. Em çima 20 rojan bisekinin. Em dixwazin bê girtin.    PEYWIRA RAYEDARAN BI BÎRA WAN XIST   Dayika xwendekareke din Dîlber D. jî da zanîn ku bûyerê dereng ferq kirine û wiha axivî: "Me bawer nedikir ku mamoste tiştek wiha bike lê piştî ku keça min hat malê û min ew guhdar kir fêm kir. Her tiştî aniye serê zarokên me. Me gilî kir lê tiştek nebû. Pê re eleqedar nabin. Bila mamostetiyê neke û tiştên kirine jê re nemînin. Derûniya keça min xera bûye. Naxwaze êdî biçe dibistanê. Me eware dikin. Em vê qebûl nakin. Bila rayedara peywira xwe bikin."   MA / Eylem Akdag - Mehmet Guleş