Li Silopiya berhevkirina fistiqan dest pê kir: Ji sala borî erzantir bûne 2021-10-12 09:05:07 ŞIRNEX - Li navçeya Silopiya berhevkirina fistiqan dest pê kir, lê bihayê wan li gorî sala borî daketine. Hilberînerê fistiqan Ramazan Dorû, ji ber daketina bihayê fistiqan gazindên xwe anîn ziman.  Navçeya Sîlopiya ya Şirnexê dikeve sêgoşeya başûr, rojava û bakurê Kurdistanê û Rêya Armûşê û Çemê Dîcleyê tê re derbas dibin. Deriyê Sînor ê Xabûrê jî li navçeyê ye. Ji ber vê li navçeyê debar bi bazirganiya navneteweyî û çandiniyê ye. Di hêla çandiniyê de ligel çandiniya ziwa ya mîna genim, ceh û nîskan çandiniya avî jî li navçeyê tê kirin. Bi çandiniya pembû û garis re çandiniya fistiqên erdê jî di salên dawîn de li navçeyê hatiye pêşxistin.   HETA KU DIGIHÎJIN TÊN AVDAN   Çandina fistiqan di meha nîsanê de dest pê dike û piştî 5 mehan di dawiya meha îlonê de berhevkirina wan dest pê dike û heta serê meha mijdarê didome.  Heta ku digihîjin fistiq 10-15 caran tên avdan. Bi destpêkirina berhevkirina fistiqan re em li Silopiyayê çûn gundê Basirîn ê li ber Çemê Dîcleyê û li hemberî Rojava. Li gund me li nav zeviyên Ramazan Dorû (61) pêvajoya berhevkirina fistiqan kêlî bi kêlî şopand û qeyd kir.    DESTPÊKÊ JI ERDÊ TÊN RAKIRIN   Berhevkirina fistiqan bi makîneyan tê kirin û di pevajoyeke zehmet re tên derbaskirin. Destpêkê ji erdê tên rakirin, piştre tên bîçerkirin û selektorkirin. Ev kar ji aliyê komên ku li herêmê vî karî dikin ve li ser hev tê kirin. Yanî heman kom hem fistiqan ji erdê radike hem jî wan bîçer dike û li selektorê dixe. Heqê koman jî li ser doniman tê hesabkirin. Her wiha gihayê wan jî dibe balye û bi vî rengî tê firotin.    DI NÎSANÊ DE DEST BI ÇANDINIYÊ DIKIN   Li ser zeviyê dema ku fistiqên wî dihatin rakirin Ramazan Dorû ji destpêkê heta dawiyê qala çandiniyê fistiqan kir. Dorû, diyar kir ku berê çandiniya pembû û garis kirine û wiha got: “Niha em bi çandiniya fistiqan debara xwe dikin. Em di meha nîsanê de dest bi çandina fistiqan dikin. Heger di mehên biharê de baran baş bibare fistiq zû çêdibin. Avdana fistiqan di meha gulanê de dest pê dike û heta meha îlonê didome. Em di dawiya îlonê de jî fistiqan berhev dikin.”   BIYAYÊ WAN JI 12 TL’YAN DAKETIYE 6 TL’YAN   Dorû, bal kişand ser bihayê fistiqan û mesrefa ku li wan dikin û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Me sala borî kîloyek fistiq bi 10-12 lîreyan difirot. Lê em niha kîloya wan bi 6-7 lîreyan difiroşin. Di heman demê de gûbre û mazot jî gelek biha bûne. Sala borî bihayê gubre û mazotê jî baş bû. Par gubre 3 hezar û sed lîre bûn. Niha bûye 6 hezar lîre. Ji ber mesrefa zêde em îsal xesar dikin.”   PIŞTÎ HIŞK DIBIN TÊN BÎÇERKIRIN   Di berdewamê de Dorû, da zanîn ku hefteyeke dest bi berhevkirina fistiqan kirine û derbarê berhevkirina wan de ev agahî dan: “Em bi makineyan fistiqan radikin. Fistiqên ku makîne nikare wan rabike jî karker ji bo wan tên girtin û bi destan tên berhevkirin. Piştî ku di ser rakirina wan re 3 roj derbas dibe û hişk dibin tên bîçerkirin. Par me donima wan bi 250 TL’yan bîçer kir. Em ê îsal zêdetirî 300 TL’yan nedin.”    'EM BI SER DERDIKEVIN’   Dorû, destnîşan kir ku heke baş lê bê nêrîn ji 100 donimî 50-60 ton fistiq tê û ev tişt gotin: “Lê em îsal bi her awayî xesar dikin. Min îsal 110 donim erd çandiye. Lê ez di zirarê de me. Em giyayê wî dikin balye û difiroşin. Lê niha pere nake. Sala borî pir baş dihat firotin. Lê îsal tu feydeya wê tune ye û em bi xesar derdikevin..    AX Û KEVIRAN JI FISTIQAN DIGIRIN   Piştî nav zeviyan em li ser bênderên gund bi Îsmaîl Yakti (27) ku bi komeke ferdên malbata xwe re fistiqan li selektorê dixe re hatin gelhev. Yakti, da zanîn ku ew ji bo paqijkirina fistiqan gelek zehmetiyê dikişînin û derbarê karê wan de ev tişt gotin: "Em, fistiqên ku tên berhevkirin li selektorê dixin û ax, kevir û giyayê ku di nav fistiqan de ne jê dineqînin. Di rojekê de em bi tonan fistiqan paqij dikin.”   SALÊ 500 TON FISTIQ LI SELEKTORÊ DIXIN   Di berdewamê de Yakti, bi lêv kir ku salê nêzî 500 hezar tonî fistiq paqij dikin û bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Me îsal heta niha dora 100-150 tonî fistiq paqij kirine. Ji ber zêdebûna mesrefê karê me îsal zehmet bûye. Me sala borî mazotê bi 4 lîreyan dikirî lê îsal em bi 7 lîreyan dikirin."    MA / Zeynep Dûrgût - Kadrî Esen