50 roj in cenazê Toprak nedane malbata wê 2021-10-12 09:05:04 ŞIRNEX - 50 roj in cenazeyê Saniye Toprak ku li Çiyayê Gabarê di şer de jiyana xwe ji dest dabû, nadin malbatê.  50 roj in cenazeyê Saniye Toprak a YJA-STAR'î ku di 23'yê Tebaxê de li Çiyayê Gabarê di şer de jiyana xwe ji dest da, nedane malbatê. Cenaze ewilî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û paşê bêyî li benda encama DNA'yê bê sekinandin, li Taxa Bahçelîevlerê li goristana bêkesan hat veşartin.    Dozgeriya Şirnexê di 14'ê Îlonê de telefonî malbata Toprak kir ku biçin Nexweşxaneya Dewletê ya Dihê ya Sêrtê ji bo DNA'yê xwînê bidin. Ferdên malbatê ji bo testa DNA'yê çûn nexweşxaneyê û di 15'ê Îlonê de jî li Şirnexê hevdîtin bi dozgeriyê re kirin. Dozger ji malbatê re got: "Keça we hatiye definkirin. Di dest me de dosyeya definkirinê heye. Lê heya encama testa DNA'yê diyar nebe, em cenaze nadin."   LI BENDA ENCAMA DNA'YÊ NE   Malbata Toprak, diyar kir ku cenaze yê keça wan Toprak e, lê belê dozgeriyê ji wan re gotiye heya encama DNA'yê diyar nebe dê cenaze nedin û rayedarên nexweşxaneyê jî ji wan re gotine dê testa DNA'yê di nav 20 rojî de diyar bibe û gava diyar bibe dê wan haydar bikin, lê belê 28 roj derbas bûne hê jî tiştek ji wan re nehatiye gotin.