Sinyalên GPS'ê hatin qutkirin, endezyar saetên balafirê dişopînin 2021-10-12 09:05:03 MÊRDÎN - Piştî êrîşa hewayî ya li hemberî Binkeya Jetê ya Amedê, li bajarên herêmê sinyalên GPS'ê tim tên qutkirin. Ji ber vê endezyarên xerîteyê, ji bêgavî dema xwe ya xebatê li gor saeta rabûna balafiran eyar dikin.  Di 19'ê Gulanê de Hêzên Parastina Gel (HPG) bi droneyan êriş biribûn ser Fermandariya Binkeya Jetê ya 8'an a Amedê. Piştî vê êrişê li Amed, Mêrdîn, Şirnex, Êlih, Sêrt, Riha û bajarên din ên herêmê Pergala Bicihbûnê ya Global (GPS) tim tê qutkirin. Ev qutkirin herî zêde bandorê li endezyarên xerîteyê dike. Li Mêrdînê ji ber qutkirina sinyalên GPS'ê endezyarên xerîteyê nikarin dakevin qadê. Endezyar ji bêgavî dema xwe ya xebatê li gor saeta rabûna balafiran eyar dikin.    Cîgirê Nûnerê Odeya Endezyarên Xerîteyê ya Mêrdînê Vahap Irmak, ji bo çareserkirina pirsgirêkê bang kir. Irmak, diyar kir ku endezyarên xerîteyê ji bo dîyarkirina sînorên eraziyan ji sala 2009'an ve amûra bi navê Cors bi kar tînin û ji bo vê li Tirkiyeyê serê 40-50 kîlometreyî torên sinyalê hatine danîn û ev pergal bi girêdana peykê dixebite. Irmak, destnîşan kir ku lê belê niha ji ber qutkirina sinyalan êdî nikarin bixebitin.    LI TEVAHIYA HERÊMÊ TÊ QUTKIRIN   Irmak, da zanîn ku ev amûr, amûreke hesas e û tê de danûstendineke elektromanyetîkê heye û ji bo ku ev pergal bixebite, divê sinyal hebin. Irmak, bilêv kir ku berê jî ji ber pergalên DYA û Rûsya yên li sînorê Sûriyeyê yên li Nisêbîn û Qoserê jî bi heman pirsgirêkê re rû bi rû mane, lê belê ev pirsgirêk niha li tevahiya herêmê belav bûye. Irmak got: "Êdî em nikarin amûrên xwe bi kar bînin. Berê nuqteyên me yên ku em ji wan re dibêjin polîgon hebûn. Arşîveke van nuqteyan hebû. Lê ji sala 2009'an ve ev pergal hat bikaranîn û em hînî vê bûne. Saziyên fermî vê teknolojiya nû bi kar tînin. Ji ber vê şaredarî, kadastro, Midûriyeta Hawirdor û Bajarsaziyê û saziyên di vî warî de dev ji polîgonê berdan. Niha em di arşîvên kevn de eraziyan nabînin. Ji ber vê jî em nikarin bixebitin."    SAETÊN BALAFIRÊ DIŞOPÎNIN   Irmak, diyar kir ku ji ber ku dewlet amûrên sinyalan xera dikin ên bi navê jammer bi kar tîne, dane manûpule dibin. Irmak, destnîşan kir ku rêziknameyeke vê heye, lê belê li herêmê heftê 7 rojan û rojê 24 saetan nayê bikaranîn. Irmak got: "Niha hevalên me yên li Qoserê tiştek wiha kirine; li wir balafir diçin û tên. Mecbûr ji bo ewlehiya balafirê wê digirin. Li wir heval mêze dikin û dibêjin balafir li hewayê ye û "dê niha amûr bixebite" û zûzûka hesabê xwe dikin. Li vir destûra saziyên fermî heye. Em wan dişopînin."    Irmak, da zanîn ku li seranserê Mêrdînê 32 buroyên endezyarên xerîtayê hene û ji bo pirsgirêk bê çareserkirin ketine nava hin hewldanan. Irmak, bilêv kir ku  ji bo çareserkirina pirsgirêkê dê van rojan serî li Dadgeha Îdareyê bidin."    MA / Ahmet Kanbal