Dayikên Aştiyê ji bo cenazeyan meşiyan Pêşxabûrê 2021-10-11 14:49:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Komeke Dayikên Aştiyê xwestin ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbasî başûrê Kurdistanê bibin û cenazeyên HPG'iyên di kemîna PDK’ê de jiyana xwe ji dest dabûn werbigirin. Lê PDK’ê rê li ber dayikan girt û nehişt dayik derbasî başûrê Kurdistanê bibin.   Ji Herêma Cizîrê ya Başûr û Rojhilatê Sûriyeyê, 26 Dayikên Aştiyê, di saetên serê sibehê bi rêya Deriyê Sêmalka derbasî Deriyê Pêşxabûr ê başûrê Kurdistanê bûn û xwestin cenazeyê Nesrîn Temîr a YJA STAR'î û Yûsif Îbrahîm ê HPG'î ku di kemîna hêzên PDK’ê ya li herêma Xelîfanê de jiyana xwe ji dest dabûn bigirin. Hêzên PDK'ê dayikan asteng kirin û destûr nedan ku dayik derbas bibin. Li ser vê dayikan çalakiya rûniştinê da destpêkirin û sekna xwe ya li vir didomînin.    ÇI BÛBÛ?   Hêzên PDK'ê di 29'ê tebaxê de komeke ji 7 endamên HPG'ê pêk dihat kiribûn kemînê û 5 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dabû û kesek jî birîndar bûbû. Endamek HPG'ê  jî sax rizgar bûbû.