Malbata Şenyaşar: Edalet, berpirsyartî û wijdanê dixwaze 2021-10-11 13:12:23   RIHA - Malbata Şenyaşar ku çalakiya wan a Nobeta Edaletê di roja 217’emîn de didome, ev peyam parve kir: “Edalet; ehlak, berpirsyartî, wijdan û dilpakiyê dixwaze.”   Çalakiya Nobeta Edaletê YA Malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 217’emîn de didome. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, her roj ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê dikevin rê û tên li “Quncê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi çalakiya xwe dikin. Lê ji ber polîsan dest danîne ser pankartên wan, Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar çalakiya xwe bêpankart dimeşînin.    Ferît Şenyaşar, diyar kir ku ligel astengkirinê jî nobeta wan a edaletê ket roja 217’emîn û wiha got: “Têkoşîna me ya edaletê 7 meh li pey xwe hiştin. Li nexweşxaneya dewletê li pêş çavên herkesê komkujî pêk anîn. 3 mirovên me li pêş çavên bijîşkan hatin qetilkirin. Kesê ku bûyer organîze kir parlementerê partiya desthilatê û xizmên wî bûn. Ji ber vê yekê ligel 3 sal û nîv derbas bûn jî derbarê van kesên ku ev sûcê mirovahiyê pêk anîn de tu darizandin dest pê nekirine.”    Şenyaşar, bertek nîşanî nedarizandina sûcdaran da û wiha berdewam kir: “Dozger, bi parastina parlementerê desthilatê sûc dikin û dibin hevparê sûcê hatiye kirin. Vê zilmê hemû cîhan dişopîne. Wezîrê Dadê dibêje ‘deriyê edliyeyê deriyê edaletê ye’ Em wezîr vedixwînin Rihayê. Bila were vir zilmeke çawa tê kirin bila bi çavên xwe bibîne.”   ‘LI BENDA MIRINA ME NE’   Şenyaşar bal kişand ku her roja ku diçe pirsgirêkên dayika wî yên tenduristiyê zêde dibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayika min bi ser 65 salî de ye. Pêşiya me zivistane êdî nikare vê zilmê hilgire. Dozger li bendê ne ku em li vir bimirin. Em di vê têkoşînê de mafdar in, heta ku edalet pêk neyê em ji vir naçin. Em dixwazin ku kesên edaletê dixwazin piştevaniya me bikin. Em dixwazin edalet demildest pêk were. Gotineke ‘edaleta dereng were ne edalet e’ heye. Dereng jî be em dixwazin edalet pêk were.”   ‘EDALET EHLAK DIXWAZE’   Malbatê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ev peyam parve kir: “Hiqûq ji bo edaletê amûrek be jî em nikarin her tim edaletê jê hêvî bikin. Ji ber ku edalet; ehlak, berpirsyartî, wijdan û dilpakiyê dixwaze. Ev jî bi rayedaran re nebin, dibe zilm. Weke li pêş deriyê Edliyeya Rihayê…”