AYM’ê têkildarî cezayê dîsîplînê biryara binpêkinê da 2021-10-11 12:16:24   ENQERE - Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), derbarê cezayê dîsiplînê ya bi hinceta beşdarî bîranîna 3 siyasetmedarên jin ên li Fransayê hatin qetilkirin bû li Sekretera Jinan a Egîtîm Senê ya berê Derya Yûlcû hatibû birin de, biryara binpêkirinê da.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), derbarê cezayê dîsiplînê ya bi hinceta beşdarî salvegera bîranîna 3 siyasetmedarên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li paytexta Fransa Parîsê hatin qetikirin bibû li Sekterera Jinan a Egîtîm Senê ya berê Derya Yûlcû hatibû birîn de, biryara binpêkirinê da.    BIRYAR JI BO DADGEHÊ ŞAND   AYM’ê di biryara xwe de, destnîşan kir ku mafê civîn û xwepêşandanan a di xala 34’emîn a Destûra Bingehîn, hatiye binpêkirin û xwest cezayê dîsîplînê ya hatiye dayîn were rakirin. AYM’ê biryara xwe ji 2’yemîn Dadgeah Îdarî ya Erziromê re şand û xwest darizandin ji nû ve bê kirin.    MA / Bêrîvan Altan