Biryar hat dayîn ku milyonek tazmînat ji malbata Dînk re bê dayîn 2021-10-11 11:32:51   STENBOL - Dadgeha Bilind, ji ber "kêmasiya xizmetê" ya di qetilkirina Hrant Dînk de Wezareta Karên Hundir mehkûm kir û biryar da ku milyonek û 66 hezar lîre bide malbata Dînk.    Hevjîna Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrank Dînk ku di 19'ê çileya 2007'an de li Stenbolê hatibû qetilkirin Rakel Dînk û zarokên xwe bi hinceta ku "kêmasiya xizmetê" ya Wezareta Karên Hundir heye derbarê wezaretê de bi daxwaza 1.5 milyon lîre doza tazmînatê ya maddî û menewî vekiribûn. 6'emîn Dadgeha Îdarî ya Stenbolê, diyar kir ku ji ber hin nivîsên wî yên di Rojnameya Agosê de Hrant Dînk hedef hatiye nîşandan, bi awayekî vekirî jiyana wî ketiye xetereyê û bêyî ku daxwaz bikira diviya ku tevdîr bihatina girtin lê ev nehatiye kirin û di parastina mafê jiyanê yê Hrant Dînk de kêmasiya xizmetê ya îdareyê hatiye dîtin.    Dadgehê, daxwaza tazmînatê jî ji bo maddî 466 hezar û 781 TL ji bo menewî jî 600 hezar TL qebûl kiribû û daxwaza zêde û faîzê red kiribû.    Li gorî nûçeya Independentê Wezareta Karên Hundir ji bo biryara dadgehê temyîz bike serî li Dadgeha Bilind daye û 10'emîn Daîreya Dadgeha Bilind vê serlêdana wezaretê nirxandiye û bi yekdengî biryara 6'emîn Dadgeha Îdarî ya Stenbolê erê kiriye û daxwaza sererastkirina biryarê ya wezaretê red kiriye.