Fatma Ocalan: Ji bo hatina aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe 2021-10-11 09:00:37 RIHA - Fatman Ocalan, bal kişand ser rewşa kekê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girava Îmraliyê girtî ye û diyar kir ku 7 sal in bi Ocalan re hevdîtin pêk naniye û ev tişt got: "Heke derfet bidin dixwazin bi kursiyê tekerlek biçe hevdîtinê. Heke ew biaxive wê aştî were. Ji bo hatina aştiyê divê demildest tecrîd bi dawî bibe." Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi komployeke navneteweyî neçar hat hiştin ku ji Sûriyeyê derkeve, di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ocalan, 22 sal in li Girava Îmraliyê girtî ye û di bin tecrîdeke giran de ye. Hevdîtina Ocalan a bi parêzer û malbata wî re tê astengkirin. Di 22 salan de tenê destûr hatiye dayîn ku parêzerên Ocalan 442 caran pê re hevdîtin bikin. Rexmî ku weke her girtiyî mafê Ocalan jî ê axaftina bi telefonê heye jî heta niha destûr hatiye dayîn ku tenê carekê vî mafê xwe bi kar bîne. Herî dawî di 25'ê adarê de axaftina Ocalan a bi telefonê hatibû birîn û ji vê rojê ve agahî ji Ocalan nayê girtin.    Xwişka Ocalan Fatma Ocalan (69) ku li gundê Amara yê navçeya Xalfetî ya Rihayê dijî, bertek nîşanî astengkirina hevdîtina wan û parêzeran a bi Ocalan re û şertê tecrîdê yên li ser Ocalan da ûgot ku ji 6'ê cotmeha 2014'an ve bi kekê xwe re hevdîtin nekiriye. Ocalan, da zanîn ku di 22 salan de tenê 3 hevdîtinên vekirî bi kekê xwe re kiriye û heke derfet bê dayîn dixwaze ku bi kursiyê tekerlek biçe Îmraliyê û kekê xwe Ocalan bibîne.      'GELEK PIRTÛK DIXWEND'   Ocalan, bi lêv kir ku ji ber xwendinê kekê wê salên xwe yên zarokatî û ciwantiyê dûrî wan derbas kiriye û wiha got: "Li cem me zêde nema, her gav li derve bû. Dema ku dihat malê jî her alîkariya me dikir. Em li nav zeviyan bi hev re dixebitîn û fistiqan berhev dikir. Di demên xwe yên vala de jî pirtûk dixwend. Li pişt gundê me erdekî me heye, diçû wir, li bin dera fistiqê pirtûk dixwend. Dema ku diwestiya jî pirtûkê datanî bin serê xwe û radiket. Zêde derfet çênebûn ku em bi hev re bilîzin. Lê em timik bi hev re xebitîn."   'EW DERS DIDE MIN'   Derbarê rewşa perwerdeya li gundê wan jî Ocalan, da zanîn ku dema zarokatiya wan li Amara xwendin û nivîsandin zêde tunebûye û yek jî kesên ku li gund xwendin û nivîsandina wan hebûye kekê wê bûye û ev tişt gotin: "Bavê min digot xwendina keçikan şaş e. Lê ew li dijî bavê min derdiket û diparast ku bêyî cûdahî keç û xort tev bixwînin. Gelek zarokên gund ji wî hînî xwendin û nivîsandinê bûn. Dema ku di mehên havînê de dihat gund ders dida xwendekaran. Beriya wî zarokên gund tiştekî nizanibûn. Bi saya wî gelek kes zanîngeh jî xwendin. Dema dibistana seretayî telek serkeftî bû. Rojek bavê min ji bo rewşa wî hîn bike çû serdana mamosteyê wî. Mamoste ji bavê min re ev titş gotibûn, 'Kurê te gelek jîr e ew ders dide min'. Hê dema ku biçûk bû digot ew ê bibe qaymeqam, walî û rêveber. Qezenc kir, heke bixwesta dikaribû bike, lê nexwest bike."   DESTNÎŞANKIRINA YEKITIYÊ   Ocalan, destnîşan kir ku piştî kekê wê PKK'ê ava kiriye demeke dirêj hev nedîtine û wiha axivî: "Dema ku di sala 1999'an de hat girtin me du rojan xwarin naxwar. Di nav 22 salan de tenê 3 caran çûme hevdîtina wî ya vekirî. Dîroka hevdîtina yekemîn nizanim. Dayik û bavê min wî nedîtin û mirin. Dayika min beriya ku bimire jê fîstanek xwestibû. Di hevdîtina me ya yekemîn de min bi bîra wî xistibû. Ji min re got, 'Min rê nedîn heke min ê bianîna'. Di hevdîtinan de timik gund û kesên li gund dipirsî. Digot bila yek bin."   'EM DIXWAZIN JI ÎMRALIYÊ BÊ DERXISTIN'   Di berdewama axaftina xwe de Ocalan, bi lêv kir ku di ser hevdîtina wê ya dawîn bi kekê wê re 7 sal derbas bûne û axaftina xwe wiha domand: "Ji axaftina wî ya dawîn a bi telefonê ve em agahî jê nagirin. Dijî najî em nizanin. Ji ber vê jî her dema ku tê bîra min nexweşiyên min zêde dibin. Daxwaza me hevdîtina bi wî re ye. Mafê herkesî ye ku bi xizmên xwe re hevdîtin bikin. Çima mafê me tune ye? Tenê em axaftina bi wî re naxwazin; di heman demê de em idxwazin ki Îmraliyê bê derxistin."   'DESTÊ KU DIRÊJ DIKE KES NAGIRE'   Ji bo mafên kekê xwe jî Ocalan ev tişt anîn ziman: "Mafê her girtiyî heye û hin caran derbarê van mafan de hin sererastkirin tên kirin. Dema ku mijar dibe kekê min mafên wî tên astengkirin û li gorî wî qanûn tên derxistin. Ji bo aştiyê tişta ji destê wî tê dike lê kes destê wî nagire. Heke destûr bê dayî ez ê bi kursiyê xwe bitekerlek biçim hevdîtinê. Daxwaza min ew e ku berî bimirim wî li gund bibînim. Her cara ku ez diçûm hevdîtinê qala gund dikir. Heke ez wî li vir bibînim wê ji kêfa piyên min baş bibin û karibim bimeşim. Berî ku dewlet qedexe bike 4'ê Nîsanê weke festîval dihatin pîrozkirin. Li vî gundî tirkmen, kurd, ermenî bi hev re bi kêfxweşî dijiyan. Kekê min jî bêyî ferqê bike navberê mafê herkesî diparast. Niha neheqî lê tê kirin, divê herkes mafê wî biparêze."   'OCALAN MECLISÊ NÎŞAN DABÛ'   Derbarê gotinên Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû yên ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurd û nîqaşên muxatabiyê de jî Ocalan ev tişt gotin: "Tevahiya jiyana xwe ji bo aştiyê têkoşiya û her car meclisê nîşan da. Timik digot, 'Heke çareseriyek çêbibe wê li meclisê çêbibe'. Wî digot, 'Ji bo her ciwanê ku dimire canê min diêşê, Kurd û tirk ferq nake'. Dema ku ew diaxivî aramî dihat civakê û mirov nedimirin. Heke biaxive wê dîsa aştî bê. Ji bo aştiyê divê tecrîd demildest bi dawî bibe."   MA / Emrûllah Acar - Ferhat Çelîk