Li Çiyayê Cudî şewat derket 2021-10-10 14:18:35   ŞIRNEX - Li quntara Çiyayê Cudî şewata daristanan derket.    Li herêma Gundikêremo ya Şirnexê, di saetên serê sibehê de ji ber sedemeke ne diyar li quntara Çiyayê Cûdî şewata daristanan derket. Şewata ku derketiye ji navenda Şinexê jî xuya dike û ji ber ku mudaxile nayê kirin her ku diçe berbelav dike.