Li Şengalê dengdan hat rawestandin 2021-10-10 11:56:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê ku dengdanê bi qasî saetekî dereng dest pê kir, li 21 navendan bi hinceta ku "amûrên dengdanê naxebitin" dengdan hat rawestandin.    Li Şengalê, dengdana Hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bi qasî saetek dereng dest pê kir.. Li 31 navendan dengdayîn berdewam dike û li 21 navendan jî bi hinceta pirsgirêkên teknîkî dengdayîn sekinî. Li gorî nûçeyeke ku Roj Newsê derbas kiriye, li navenda Şengalê û komelgehên Borik, Tilezêr û Xanesorê bi giştî li 21 navendan bi hinceta “cihaza dengdayînê naxebite” dengdayîn sekiniye. Ji ber vê sedemê li van navendan gelê Şengalê niha nikare dengê xwe bikar bîne. Derbarê mijarê de rayedarên komîsyona hilbijartinê yên Şengalê dibêjin ku ev pirsgirêkek teknîkî ye û wê di demeke kurt de were çareserkirin. Lê nayê zanîn ku wê ev pirsgirêk kengî çareser bibe.   ÊRIŞA LI DIJÎ NAVENDA HLBIJARTINÊ   Li aliyê din li navçeya Sediye ya parêzgeha Diyalayê li dijî navendeke hilbijartinê êrîşeke çekdarî pêkhat. Di encama êrîşê de du endamên ewlekariyê yên Iraqê birîndar bûn. Piştî êrîşê hêzên ewlekariyê tevbîrên li herêmê zêde kirin. Nayê zanîn, êrîş ji aliyê kê ve hatiye çêkirin.