Li 3 navçeyên Stenbolê panelên derbarê komployê de 2021-10-09 22:01:48   STENBOL - KCD, DBP û HDP'ê di panelên têkildarî komploya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ku li 3 navçeyên Stenbolê li dar xistin de, destnîşan kirin ku armanca tecrîda li Îmraliyê domandina komployê ye.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya 23'yemîn salvegera komploya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li navçeya Bagcilar, Esenler û Sûltanbeyliyê yên Stenbolê panel li dar xistin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir, Parlementera HDP'ê Pero Dundar, parêzerên Buroya Hiqûqa Sedsalê, rêveberên DBP û HDP'ê  û gelek kes tevli panelan bûn.    BAGCILAR   KCD, DBP û TJA li avahiya HDP'ê ya Bagcilarê têkildarî kompoloya navdewletî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tecrîdê panel li dar xistin. Hevseroka DBP'a Bajêr Dîlber Demîr, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Emran Emekçî û gelek kes tevli panelê bûn. Li hêwanê pankartên li ser "Dema dema azadiyê" û "Em komployê bişikînin, azad bibin" nivîsandî hatin daliqandin.   'OCALAN, HELWEST E'   Emekçî, anî ziman ku Ocalan tenê ne kurdan, gelên cîhanê temsîl dike û Ocalan gel, gel jî Ocalan e.   Emekçî, bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê niha li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye û got: "Ocalan, tiştên ku pêdiviya her kesî pê heye dibêje. Dibêje aştî, azadî û edalet. Lewma Ocalanê li Îmraliyê ne kesek e, xetek e, helwestek e."    ŞERÊ MAN Û NEMANÊ   Ozturk jî destnîşan kir ku bi komploya navneteweyî hatiye xwestin ku tevî Ocalan tevahiya gel bê tunekirin û got: "Bi plana rûxandinê re xwestin cardin kurdan bikin kole. Her roj operasyonan dikin. Ev şerên li dijî azadiya kurdan ne. Dewletên emperyalîst jî aliyê wan dikin û dixwazin kurdên li her çar perçeyan tune bikin. Ev şer, lerê me yê man û nemanê ye."    TÊKOŞÎNA OCALAN   Ozturk, destnîşan kir ku êdî pergala dewleta Tirkiyeyê rûxiyaye û got: "Alternatîfa li vir, berxwedan e, pratîka Ocalan e ku berpêşî gelan kiriye. Wekî din tu rê tune ye. Kurdên li Tirkiyeyê hemû dîlgirtî ne. Gelê êzidî jî wisa ye. Tevahiya cîhanê kurdan nas dike. Dizanin bê doza jiyaneke çawa dikin. Jiyana em doza wê dikin jî bi berxwedanê pêkan e. Ya ku niha kurdan tîne cem hev du, têkoşîna Ocalan e. Heya niha ji bo malbata xwe doza tiştekî nekiriye, tim gotiye ez deyndarê gelê xwe me. Kurd, doza azadiyê dikin û pêşengtiya têkoşîna azadiyê dikin. Divê em bi rêyên demokratîk vê tecrîdê bişikînin. Wekî din tu rê tune ye. Gelê me dibêje 'Ocalan roja me ye' û hûn nikarin vê rojê tarî bikin."   ESENLER   Li navçeya Esenlerê jî bi mijara "Salvegera komploya navdewletî û pêvajoya siyasî ya dawî" panelek hat lidarxistin. Hevserokê DBP'a Bajêr Mûstafa Mesût Tekîk moderatoriya panelê kir û Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica jî wekî axivêr tevli panelê bûn.    ‘TECRÎDÊ HIQÛQA DMME'YÊ SEROBINO KIR'   Sarica, diyar kir ku 9'ê Cotmehê ji bo Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn destpêkeke nû û pêvajoyeke dîrokî ya nû ye. Sarica, bilêv kir ku bi pêkanîna komploya navdewletî re polîtîkaya tecrîdê dest pê kiriye û ev polîtîka hiqûqa Ewropayê serobino kiriye û hêzên navdewletî ji ber ku Ocalan wekî astengiyeke li ber planên xwe yê Rojhilata Navîn dîtine, komployê xistine dewrê. Sarica, destnîşan kir ku sedema herî girîng a şerê li Rojhilata Navîn ê bîst salên dawî tecrîd e û got: "Bi mudaxileya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ji bo darizandina mîzansenî ya Ocalan hêla hiqûqê ya komploya navdewletî jî girtin. Niha DMME'yeke ku ji bo bêhiqûqîtiya derbarê Ocalan de xwe li nedîtinê datîne heye."   TECRÎDA LI SER TECRÎDÊ   Sarica, ragihand ku tecrîda li Îmraliyê berdewama komploya navdewletî ye û Ocalan deh salan bi tena serê xwe di hucreyekê de maye. Sarica, destnîşan kir ku şert û mercên giravê bandoreke nebaş li tenduristiya Ocalan dikin û got: "Armanca sereke ya tecrîdê ew e ku Birêz Ocalan komployê pûç kir. Di pergala Îmraliyê de li Tirkiye pêkanînerê wê ye, DMME ya ku tecrîdê rewa dike digire û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê bûn sê stûnên vê pêvajoyê. Bi geşedanên siyasî re tecrîda li ser Ocalan dem bi dem giran bû. Di hucreyê de cezayê hucreyê lê birîn. Herê dawî di sala 2019'an de piştî grevên birçîbûnê yên girtiyan bi bertekdayîna gel çend hevdîtin pêk hatin. Ji xeynî vê ji 7'ê Tebaxa 2019'an heya niha hevdîtina bi parêzeran re hatiye qedexekirin. Di şeş heft salên dawî de tenê 6 hevdîtinên bi malbatê re pêk hatin. 22 salan tenê carekê hevdîtina bi telefonê çêbû. Wateyeke din a tecrîdê jî qutkirina pêwendiya Birêz Ocalan a bi civakê re ye. Du salei. Em dengê Birêz Ocalan nabihîsin. Ev, di warê hiqûqî de revandin e. Di hiqûqa navneteweyî de jî navê wê heman tişt e.'     ‘DERIYÊ ÇARESERIYÊ ÎMRALÎ YE'   Dundar jî diyar kir ku Girava Îmraliyê li ser pergala tekbûnê hatiye avakirin û îqtidara AKP-MHP'ê vê pergala tekparêziyê veguherandina rêvebirina welatî. Dundar got: "Rejîma yekzilamî, xwe bi vê tecrîdê xwedî dike. Armanca sereke ya komployê, tunekirina kurdan bû. Domandina tecrîdê û neçareserkirina pirsgirêka kurdî bi hev ve girêdayî ne." Dundar, destnîşan kir ku Ocalan di şert û mercên tecrîdê de jî têdikoşe û got: "Qedandina vî şerî girêdayî çareserkirina meseleya kurdî ye û muxatabê vê jî Îmralî ye."    SÛLTANBEYLÎ   Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir û Hevserokê HDP'a Stenbolê Erdal Avci wekî axivêr tevli panela li avahiya HDP'ê ya Sûltanbeyliyê bûn. Li hêwana panelê pankartên li ser "Dema dema azadiyê ye", "Em komployê bişikînin, azad bibin" û "Em tecrîd bişikîn, azad bibin" nivîsandî hatin daliqandin. Aktivîstên TJA'yê, Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan û gelek kes tevli panelê bûn. Di panelê de têkildarî komploya navdewletî ya 9'ê Cotmehê sînevîzyonek hat pêşandan.    Ozturk, diyar kir ku 9'ê Cotmehê destpêka komployê ye û hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê bi komployê hatine bersivandin.    TECRÎD Û NEÇARESERÎ   Ozturk, destnîşan kir ku Ocalan di afirandina "kurdê azad, mirovê azad" de israr dike û komploya hat kirin jî li dijî vê israra Ocalan û paradîgmayya wî hatiye kirin. Ozturk, bilêv kir ku bi AKP'ê re tecrîda mutleq a li Îmraliyê pêk hatiyye û got: "Qanûnên ku em dibêjin qanûnên Ocalan, ji aliyê vê îqtidarê ve hatin çêkirin. Tecrîd û neçareserkirin bi hev ve girêdayî ne. Gava tecrîd giran dibe, neçareseriya li Tirkiyeyê jî zêde dibe. Gava Birêz Ocalan birin Îmraliyê xwestin vîna wî bişikînin û wî bitepisînin. ŞIkandina vîna wî dihat wateya şikandina vîna gelê kurd. Lê belê Birêz Ocalan li vir jî pêşengiyya gelê kurd kir."   Ozturk, diyar kir ku pozîsyona Ocalan, ji bo gelê kurd pozîsyona aştiyê ye.    KOMPLO HAT PÛÇKIRIN   Avci jî got: "Gava mirov li 22 salên Ocalan ên li Îmraliyê mêze dike dibîne ku komplo hatiye pûçkirin. Manewra û dîplomasiyên mûazam kirine. Vê yekê di hucreyeke 12 metrekareyî de kirine. Paradîgma û ruhê ku Serok li Rojavayê afirandiye, yekîtiyeke enternasyonal, jina berxwedêr û hêzeke derxistiye holê."   BÎRDOZIYA OCALAN JI BO WAN CIHÊ TIRSÊ YE   Bayindir jî destnîşan kir ku felsefe, bîrdozî û fikira Ocalan ji bo hêzên navdewletî bûye cihê tirsê û got: "Ji ber vê, 24 sal in ev komplo û tecrîd li ser Birêz Ocalan û gelê kurd pêk tên.    Bayindir wiha axivî: "Dibêjin çawa dibe ku tecrîda Îmraliyê bandorê li gel dike. Ka em bandora wê bibêjin. Qanûneke ku Birêz ocalan sûdê jê bigire çênakin, odeya wî 24 saetan tê şopandin û kuçeyên me jî 24 saetan bi mobeseyan tên temaşekirin. Tecrîdê gav bi gav li her derî pêk tînin. Helwesta ji bo Îmraliyê helwesta ji bo şer an jî çareseriyê ye. Ev îqtidar gava bixwaze li hemberî gelê kurd şer bike, ewilî êrişê dibe ser Îmraliyê. Kengî ji bo meseleya kurdî çareseriyê bixwaze, ewilî diçe li deriyê Îmraliyê dixe."    AZADIYA OCALAN AZADIYA GELÊ KURD E   Bayindir, anî ziman ku pêngava "Dem dema azadiyê ye" pêngaveke stratejîk e û got: "Em di pêvajoyeke siyasî ya krîtîk re derbas dibin. Dê çarenivîsa gelê kurd di 10 salên me yên pêş de diyar bibe. Di vê de ya dîyarker berxwedana gelê kurd e. Lewma dem dema azadiyê ye. Me azadiya Birêz Ocalan daye ber xwe. Em hatine asteke pir girîng, di çarçoveya vê kampanyayê de. Me rêya sêyem daye ber xwe. Xeta sêyem tenê ne xeteke di warê siyasî de ye, xeteke divê li hemû qadên jiyanê pêk bê. Ev stratejiya rêya sêyem hem ji bo Tirkiyeê hem jî ji bo gelê kurd pir girîng e. Heya tecrîd bidome, dê azadî û pêşeroja gelê kurd jî bi talûkeyên mezin re rû bi rû be. Mifteya şer û aştiyê li Îmraliyê ye. Azadiya Birêz Ocalan, azadiya gelê kurd e."   Panel piştî axaftinan bi dawî bû.