Başaran: Armanca êrişên li ser Ocalan planên dagirkirina Kurdistanê ye 2021-10-09 17:43:04     ÊLIH - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran di panela têkildarî komploya navnetewî de axivî û diyar kir ku armanca êrişên li ser Ocalan, planên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe ye. Federe ya Kurdistanê ye    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê têkildarî Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Şaxa Sendîkaya Petrol-Îşê ya Êlihê bi navê “Komploya Navnetewî” panel li dar xist. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Hevserokê HDP’a Êlihê Omer Kûlpû weke axivîner beşdarî panelê bûn. Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca, rêveberên HDP'ê û gelek kes beşdarî panelê bûn.    KOMPLO BERDEWAM DIKE   Hevserokê HDP’a Êlihê Omer Kûlpû diyar kir ku bi hevkariya hêzên emperyalîst komplo xistin meriyetê û bi lêv kir ku tecrîda 21 salan berdewama komployê ye. Kûlpû, da zanîn ku kesên tiliya wan di nava komployê de hene îro hevkarên tecrîda girankirî û bêhiqûqiyên Tirkiyeyê ne. Kûlpû, bi lêv kir ku gel ji sala 1999’an ve li dijî komplo û tecrîdê berxwedaneke mezin nîşan dide.    PÊŞNIYARÊN ÇARESERIYÊ YÊN OCALAN   Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî diyar kir ku ji ber pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan ên ji bo Rojhilata Navîn li dijî polîtîkayên kujer ên hêzên emperyalîst in, komplo û tecrîd xistine meriyetê û wiha got: “Tecrîda ji sala 1999’an û vir ne tenê li ser Ocalan tê meşandin li ser gelan jî tê meşandin. Pêşniyarên çareseriyê yên Ocalan tên asteng kirin. Kesên ku çareserî û aştiyê naxwazin xwe bi tecrîd û komployê ve girêdane.”   HELWESTA CPT’IYÊ   Başaran destnîşan kir ku yên qala çareseriya pirsgirêka kurd dikin rola Ocalan paşguh dikin û diyar kir ku yên çareseriyê dixwazin divê ji dil bin. Başaran helwesta CPT’iyê rexne kir û wiha domand: “Heya niha, li hember tecrîdê yek gavek şênber ku wan avêtiye tune ye. Ji ber ku ew şirîk in. Ger ew îdîa dikin ku ew ne hevkar in, divê gavên berbiçav werin avêtin. Bila mafê herî xwezayî û yasayî yê kesên di girtîgehê de yên hevdîtinên malbat û parêzerên wan bê dayîn. Lê CPT’iyê, ku vê pêk naîne, tenê daxuyaniyên ku ne derbasdar in dide. CPT, 21 sal in tecrîdê piştguh dike. Divê demildest dev ji vê helwesta xwe berde.”   'ARMANCA ÊRIŞÊN LI SER OCALAN DAGIRKIRINA KURDISTANÊ YE'    Başaran, destnîşan kir ku armanceke din a êrişên li ser Ocalan, planên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistana Federe ye û got: “Operasyona li Başûr bi hevkariya PDK'ê dewam dike. Ew dîsa xeletiyê dike. Ligel vê êrişên li ser Rojava yên ku li ser maseyê sekinîne û pêk tên hene. Ji bo pêşîlêgirtina li van û têkoşîna li dijî vê, tenê bi şikandina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan mumkun dibe.”   Başaran da zanîn ku têkoşîna ji bo azadiya Ocalan xwedî girîngiyeke jiyanî ye û xwest ku her kes bi berpirsyariyî tevbigere.    Panel piştî axaftinan bi pirs û bersivan bi dawî bû.