Buroya Hiqûqê ya Asrin: Çareserî di azadiya Ocalan de ye 2021-10-09 15:47:12 STENBOL - Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica, di serdana şandeya HDK, HDP û DBP’ê ya bi boneya salvegera komployê kir de, axivî û got: “Çareseriya pirsgirêka Kurd, di azadiya Birêz Ocalan de ye.”  Şendeyeke Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Pero Dundar jî di nav de, bi boneya salvegera 23’yemîn komploya navneteweyî serdana Buroya Hiqûqê ya Asrin a li Beyoglûya Stenbolê kir. Parêzerên Ocalan Emran Emekçî, Raziye Ozturk û Rezan Sarica şande pêşwazî kirin.    'KOMPO DEWAM DIKE’   Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, di serdanê de axivî û diyar kir ku di sala 23’emîn de jî komplo û tecrîda li ser Ocalan dewam dike. Bayindir, da zanîn ku Ocalan di serî de ji bo pirsgirka Kurd û hemû pirsgirêkên li Rojhilat Navîn pêşniyarên çareseriyê pêşxistine. Di warê çareserkirina pirsgirêka Kurd de Birêz Ocalan muxatabe.”    ÇARESERÎ DI AZADIYÊ DE YE    Prz. Rezan Sarica jî, komploya li dijî muwekîlê xwe Ocalan şermezar kir û wiha got: “Bi tecrîda girankirî, armanc dikin Ocalan ji gelê Kurd qût bikin. We bi vê serdana xwe da nîşandan ku Birêz Ocalan wê neyê jibîr kirin û tenê hiştin.  Birêz Ocalan hem bi gelê Kurd û hem jî bi gelên cîhanê re di nava pêwendî û girêdanbûnek pir mezin de ye. Ji bo ku bi awayekî rast pirsgirêka Kurd were çareser kirin, divê tecrîda li ser Birêz Ocalan rabe û azadiya wî pêk were. Tekane rêya siyasetê, çareseriya mirovî û hiqûqî bi azadî û xwedîderketina Birêz Ocalan pêkan e.”