5 endamên HPG’ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan 2021-10-09 15:33:43 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyarkirin ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê de li herêma Werxelê 5 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), di encama bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê de li herêma Werxelê ya bi ser Herêma Kurdistana Federe ve 5 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tevî hemû êrişên Tirkiyeyê jî li Werxelê di nava şert û mercên herî dijwar de berxwedaneke bi heybet hatiye nîşandan û wiha hat gotin: “Tirkiyeya sûcê şer dike, di 5’ê Cotmehê de li Werxelê êrişeke nemerd a kîmyewî pêk anî û di encama wê de hevrêyên me Cûmalî, Çavrê, Amara, Mahîr û Dilvîn heta bêhna xwe ya dawiyê li berxwe dan û nemir bûn.”