Li naverasta cadeyek Hatayê tundî li jinekê hat kirin 2021-10-09 15:13:23   HATAY - Li navçeya Antakyayê zilamekî bi amûrek birînê êrişî jinekê kir û wê birîndar kir.    Li navçeya Antakyayê ya Hatayê di 8’ê cotmehê de li naverasta cadeyê zilamekî tundiyê li jinekî kir. Zilamê navê wî nehat hînbûn, da pey wê jinê û bi amûrekî birînê wê birîndar kir. Jina birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Êrişkar hat binçavkirin.    Di dîmenê li ser medya sanal de hat belavkirin tê dîtin ku ew zilamê êrişkar daye pey wê jinê û wê li ber qahwexaneyekê zeft dike û bi amûrek birînê êrişê wê dike. Di dîmen de tê dîtin ku ew kesên li ber qahwexaneyê alîkariya wê jinê nakin.    Walîtiya Hatayê derbarê bûyerê de daxuyanî da û diyar kir ku rewşa wê jinê baş e û zilamê êrişkar jî hatiye binçavkirin.