Cenazeyê li Sûrê hat dîtin dibe ku aydê Hakan Arslan be 2021-10-09 11:13:19 AMED - Cenazeyek pênc sal şûn ve li Sûrê hatibû dîtin. Testa DNA'yê ya cenaze û xwîna bavê Hakan Arslan, Alî Riza Arslan ji sedî 60 li hev hat. Ji bo teşhîsa teqez wê dayika wî Melîke Arslan jî xwînê bide.    Li navçeya Sûrê ya Amedê di navbera sala 2015-2016’an de şer qewimîbû. Gelek kesan jiyana xwe ji dest dabû. Di 7’ê sibata 2021’an de cenazeyek di dema xebatên kolandinê de derketibû holê û ji bo lêkolîna DNA’yê rakiribûn Saziya Tiba Edlî. Hat texmînkirin ku dibe cenaze aydê Hakan Arslan ê wê serdemê de li Sûrê jiyana xwe ji dest daye ye.    Li ser daxwaza malbata Arslan ji bo dîtina cenaze xebat hatibû destpêkirin, lê belê tu encamek ji vê xebatê derneket. Malbata Arslan a li Erziromê dijî li ser texmîna ku dibe cenaze aydê lawê wan be serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da.    NIMÛNEYA XWÎNÊ JI SEDÎ 60 LI HEV DERKET    Li gorî xwîna ku ji bavê Hakan Arslan, Alî Riza Arslan û nimûneya ji cenaze hatiye girtin, di lêkolîna DNA’yê de ji sedî 60 li hev htiye.    WÊ JI DAYIKÊ XWÎN WERE GIRTIN    Ji bo teşhîsa teqez wê li ser fermana Serdozgeriyê ji dayika Arslan, Melîke Arslan jî nimûneya xwînê ji bo DNA’yê were girtin. Wê piştî xwîna dayika wî diyar bibe ka cenaze aydê Hakan Arslan e an na.