Rojnamevan Koyluoglu: Piştî hilbijartina Iraqê dibe ku şer kûr bibe 2021-10-09 10:01:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Azîz Koyluoglu hilbijartina sibê wê li Iraqê pêk were nirxand û got: “Ji bo Iraqê hilbijartinek gelek krîtîk e. Dibe ku nakokî û şer di navbera hêzan de hin bêtir kûr bibe.”    Li Iraqê sibê hilbijartina diyarkirina hikumeta navendî, endamên parlamentoyê û serokkomariyê dê were lidarxistin. Tê payîn ku 24 milyon hilbijêr biçin ser sindoqan. Ev hilbijartin wek hevsengiya leşkerî, siyasî û hêza navnetewî dîrokî tê nirxandin. Li Iraqê carek din wê hilbijartin di bin siya şer de were lidarxistin.    ÊRIŞ BANDORA XWE DIKE    Rojnamevan Azîz Koyluoglu hilbijartina wê sibê li Iraqê pêk were ji ajansa me re nirxand. Koyluoglu anî ziman ku li herêmê di navbera partiyan de reqabetek mezin heye û bi taybetî li Herêma Kurdistanê di navbera partiyên siyasî yên wek Tifaqa Kurdistanî ya ji YNK’ê û Goran pêk tê û Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) jî reqabetek mezintirîn heye. Koyluoglu da zanîn ku girîngiya vê hilbijartinê ji bo Herêma Kurdistanê xwedî cihek cuda ye û beriya hilbijartinê Tirkiyê li ser herêmê zext û êrişên xwe zêdetir kiriye. Koylu got bandora êrişên Tirkiyê yên li ser Herêma Kurdistanê û Şengalê li ser rojeva herêmê dibe.    TIRKIYE MUDAXILE DIKE    Koyluoglu bal kişand ser mudaxileyên Tirkiyê yên li hemberî hilbijartina Iraqê û Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan bi lîderên sunî yên Iraqê re hevdîtin kiriye, her wiha di navbera PDK’ê û Turmenên Sunî de xebatên hilbijartinê hatine kirin. Koyluoglu diyar kir ku heke PDK di hilbijartinê de serkeftî derkeve wê wek “Polîtîkayên wê yên bi Tirkiyê re birêve dibe ji aliyê xelkê herêmê ve hatiye destekkirin” were şîrove kirin û ji ber vê yekê PDK ji êrişên Tirkiyê re bêdeng dimîne û li hin cihan jî tevlî operasyonê bûye.    JI BO ŞENGALÊ JÎ GIRÎNG E    Koyluoglu destnîşan kir ku hilbijartin ji bo Şengalê jî girîng e û got: “Hilbijartin wê di astekê de siberoja Şengalê jî diyar bike. Heke xelkê Şengalê piştevaniya namzetê Rêveberiya Xweser Şêx Semîr bikin wê ev were wê maneyê ku xelkê Şengalê dixwaze xweser bijî. Wê peyamek xurt bide hikumeta navendî û Herêma Kurdistanê jî. Xelkê niha li Şengalê dijî wê vê hilbijartinê ji xwe re wek referandûmê bibîne. Dengê xwe didin kî bila bidin, wê were maneya erêkirina Rêveberiya Xweser.”    NAKOKÎ WÊ KÛR BIBIN    Koyluoglu destnîşan kir ku hevsengiyên ku dê piştî pêvajoya hilbijartinê derkevin holê û ew ji bo Iraqê wekî "xeternak" dihesibîne, dikare bigihîje astên xeternak û derbarê encamên hilbijartinê de wiha pêşbîniyên xwe vegot: “Di encama van hilbijartinan de, nakokî û pevçûn di nav Kurdan de dibe kûrtir bibe. Bi taybetî dema ku meriv ji bo PDK-YNK dinirxîne. Di heman demê de dê bibe mijara nîqaşê gelo hukumeta Kurdistanê dê dirêj bimîne. Dibe ku ev hilbijartin bibe sedema dabeşkirina şîiyan, sûniyan û kurdan. Ev yek jî wê bêtir şer û nakokiyan li herêmê belav bike. Dide xuyakirin ku wê şer encam bide. Her wiha dibe ku ev bibe hilbijartinek hevsengiya navbera hêzan û şer kûrtir bibe.”    MA / Ahmet Kanbal