'6 sal in êşa min netebitiye' 2021-10-09 09:00:57 BEDLÎS- Zubeyde Karabûlût, diya Zakîr Karabûlût ê ku di Komkujiya 10'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest da got, "Kurê min û ên din bûn qurbana qoltixa Serokkomar Erdogan" û xwest kesên ji bo komkujiyê xwe li nedîtinê danîne hemû bên darizandin.  Di Komkujiya 10'ê Cotmeha 2015'an a li ber Gara Enqereyê de ku DAIŞ'ê pêk anîbû, 104 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Di ser komkujiyê re 6 sal derbas bûn û malbatên ku dev ji têkêşîna xwe bernadin, doza edaletê dikin. Ji kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan yek jê jî Mûhammet Zakîr Karabûlût ê 24 sal ê ji Bedlîsê bû. Karabûlût, xwendekarê pola dawî ya Endezyariya Nexşeyê ya Zanîngeha Gazîosmanpaşa ya Tokatê bû. Her wiha Karabût Hesabgêrê HDP'a Tokatê bû jî.    LI DIJÎ NEHEQIYÊ TÊKOŞIYA   Dayik Zubeyde Karabûlût, destnîşan kir ku kurê wê Zakîr tu carî neheqî qebûl nedikir û li her derî li dijî neheqiyê têdikoşiya û ji ber vê di nav HDP'ê de bû.    ‘HER ROJ DIGIRÎM'   Karabûlût, diyar kir ku beriya teqînê bi rojekê hevjînê wê telefonî Zakîr kiriye û wiha behsa wê rojê kir: "Wê rojê me kir nekir me xwe negihand Zakîr. Êvarî gava bavê wî telefon kir, jê re got ji ber karê wî hebû telefon venekiriye. Hevjînê min got, 'Ez telefonê didim dêya te.' Wî jî got, 'Ez niha ne musaîd im, ez ê serê sibehê telefon bikim.' Danê sibehê em çûn gundekî. Di vegerê de ajovanê serwîsê got, 'Li Enqereyê teqîn çêbûye û gelek kes mirine.' Em hatin malê bi demekê gelek kes ji gund hatin malê. Haya min ji tu tiştî tune bû. Gava bavê wî ketibû odeyê giriya. Min jê pirsî bê çima digirî, tiştek negot. Lê paşê got, Zakîr jî li wir bûye. Piştî vê dinya bi ser serê min da hat xwarê. Kurê min bi giranî birîndar bûbû. Hevalên wî mudaxileyî wî kirine, lê ji ber gaza polîsan rewşa wî xirabtir bûye û li wir jiyana xwe ji dest daye. 6 sal in êşa min netebitiye, her roj, her saet ji bo kurê xwe digirîm."    'ÇIMA QASIDÊN AŞTIYÊ TÊN KUŞTIN?'   Dayik Karabûlût got: "Mirov qasidê aştiyê be û doza aştiyê bike çima bê kuştin? DAIŞ çawa çû Enqreeyê? Heya sax bim ez ê hesabê vê bipirsim. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû, piştî teqînê bi dur ojan got '2 puanên me zêde bûn.' Ji wan re digot, ciwanên hêrsok. Ev ciwanên hêrsok bûn?"   Karabûlût, destnîşan kir ku divê kesên xwe li nedîtinê danîne jî bên cezakirin û wiha domand: "Kurê min û ên din bûn qurbana qoltixa Serokkomar Erdogan. Çend sal derbas bûne, lê hê jî pêşketinek çênebûye. Nahêlin em biçin cihê ku zarokên me lê hatine kuştin û wan bibîr jî bînin. Em çi qasî dibêjin aştî dîs ajî çênabe."    Karabûlût, bilêv kir ku ancax bi têkoşînê bikaribin pêşî li ber komkujiyan û mirinê bigirin.    MA / Ozlem Yayan