Biryara Leyla Guven: Strana kurdî ji ewlehiya girtîgehê re gef e 2021-10-09 09:00:54 AMED - Dadgeriya Înfazê ya Xarpêtê, hinceta cezayê ku ji ber gotina stranên kurdî li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û 8 girtiyan birîbû aşkere kir û gotina stranê ji bo ewlehiya girtîgehê weke gef nirxand.  Lijneya Dîsiplînê ya Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan, bi hinceta ku stranên kurdî gotibûn di 20'ê tebaxê de mehek cezayê qedexeya têkilî danînê li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen, Fethiye Ok, Berîtan Anahtar, Emîne Erkan, Nûray Çelîk, Dîcle Bozan, Mîhrîban Şorlî, Remziye Yaşar birîbû. Parêzeran li dijî vê biryarê serî li Dadgeriya Înfazê ya Xarpêtê dabûn û dadgeriyê di 15'ê îlonê de serlêdanê red kiribû.    Dadgeriya Înfazê ya Xarpêtê, hinceta biryara xwe ya redkirinê aşkera kir. Dadgeriyê, daxwaza parastina bi kurdî ya Guven weke "mafê neaxaftinê" nirxand. Di biryarê de hat diyarkirin ku ji ber Guven bedêla wergera bi kurdî qebûl nekiriye destûr nehatiye dayîn ku parastina xwe bi kurdî bike. Her wiha dadgeriyê, gotina stranên kurdî ji bo ewlehî û pergala girtîgehê weke gef nirxand.    Wê parêzer li dijî vê biryarê serî li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Xarpêtê bidin û biryarê îttîraz bikin.