Berpirsa Kovara Yuruyuşê Ersoy 28 roj in greva birçîbûnê de ye 2021-10-08 15:11:08   STENBOL - Berpirsa Karên Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê Elîf Ersoy ku daxwaza wê ya sewqkirinê nayê bersivandin û di hucreya yekkesî tê girtin 28 roj in di greva birçîbûnê de ye. Malbata wê bang li rayedaran kir û daxwaz kir ku daxwazên keça wan bê qebûlkirin.    Malbata Berpirsa Karên Nivîsê ya Kovara Yuruyuşê Elîf Ersoy ku li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Qayseriyê girtî ye û 28 roj in di greva birçîbûnê de ye, li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a Stenbolê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankartên "Bila daxwaza Elîf Ersoy bê qebûlkirin" û "Greva birçîbûnê di roja 28'emîn de ye" hatin vekirin. Di daxuyaniyê de Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Mehmet Acettîn, diyar kir ku ji ber Ersoy berpirsê weşanê ye 9 sal ceza lê hatiye birîn. Acettîn, destnîşan kir ku Ersoy di hucreya yekkesî de tê ragirtin û ji bo şermezarkirina vê rewşê ketiye greva birçîbûnê.    Birayê Ersoy Diyar Ersoy, diyar kir ku xweişka wî ji bo daxwaza wê yên sewqkirinê bên qebûlkirin ketiye greva birçîbûnê û wiha got: "Em bi fikar in. Em ji rewşa wê ya dawî ne agahdar in. Em daxwaza edaletê sewqkirinê dikin. Hevalê Ersoy Gokhan Ûzûn jî bang li rayedaran kir ku bikevin tevgerê û greva birçîbûnê bê bidawîkirin û daxwazên Ersoy bên qetbûlkirin.