Danişîna parêzera Ocalan Ûysal hat dîtin 2021-10-08 13:47:01 AMED - Di danişîna doza ku yek ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan Nevroz Ûysal a jê tê darizandin de, berdewama biryara qedexeya derveyî welat hat dayîn.  Danişîna 3’yemîn a doza yek ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan Nevroz Ûysal, ku di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişîna ku Ûysal a negirtî tê darizandin tevlî nebû de, parêzerên wê amade bûn.    Di danişîna ji ber guhertina şandeyê bi xwendina zabitên berê dest pê kir de, parêzeran parastina nivîskî ya Ûysalê pêşkeşî dadgehê kir. Parêzeran xwest ku biryarên ku dadgehê derbarê Ûysal de dane û qedexeya derveyî welat were rakirin. Dozger xwest ku ev daxwaza parêzeran neyê qebûlkirin. Dadgehê jî biryara berdewama qedexeya derveyî welat da û daxwazên din qebûl kirin. Dadgehê danişîn taloqî 2’yê Sibata 2022’yê kir.