HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Budçeyê’ li Agiriyê da 2021-10-08 11:02:22   AGIRÎ - Şandeya HDP’ê, starta “Hevdîtinên Budçeyê” li Agiriyê da. Şande, li bazara heywanan bi sewalkar û gel re hatin gelhev û pirsgirêkên wan guhdar kirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) “Hevdîtinên Budçeyê” yên ku bi armanca butçeyeke demokratîk û bibeşdar amade bike, li her çar aliyên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê pêk bîne, li Agiriyê da destpêkirin. Beriya daxuyaniya çapemeniyê Cîgirê Hevserokên Giştî yê ji Komîsyona Aboriyê ya HDP’ê Berpirsyar Garo Paylan, Cîgira Hevserokên Giştî ya ji Komîsyona Kedê Berpirsyar Şaziye Kose, Parlementerên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Necdet Îpekyuz, Dîlan Dîrayet Taşdemîr û endam û rêveberên partiyê di saetên serê sibê de, bi sewalkar û gel re hatin gelhev û pirsgirêkên wan guhdar kirin.    ‘TIRKIYE DIFIRE’   Welatiyan diyar kir ku yekane kargeha Agiriyê, bazara heywanan û çewlik e û bal kişandin ku wê bi qedandina sewalkariyê, mirov zêdetir xizan bin. Welatiyekê li ser gotina Paylan a “Tirkiye difire” wiha bersiv da “Li erdî an li hewayî difire? Li gor me weke wesayîteke firêna wê teqiyayî, ber bi kendalê ve tê xirikandin.”   DIBE KU SEWALKARÎ BIQEDE   Sewalkaran jî destnîşan kir ku êm, zibil û ka biha bûye û hişyar kirin ku heke wisa biçe, wê sewalkarî biqede. Şandeya ku pişt re vegerî navenda bajêr, wê di nava rojê de serdanan bike.