HDP’iyên ku PDK’ê ew binçav kiribûn hatin berdan 2021-10-07 16:17:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên HDP'ê yên di saetên serê sibê de, ji aliyê hêzên PDK'ê ve li Hewlêrê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.   Endam û Nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Hewlêrê ji aliyê hêzên asayîşa Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve, li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe hatibûn binçavkirin. Nûnerên HDP’ê Nahîde Ermîş, Hîkmet Xetîb, Rûken Mercan û Gûlcan Alp hatin berdan. Li gorî nûçeya Rojnewsê, endamên HDP’ê diyar kirin ku bi awayekî keyfî hatine binçavkirin û giliyê hêzên asayîşê kirine.