Di lêpirsîna malbata Dîrîl de Apro Dîrîl careke din hat girtin 2021-10-07 16:04:27   ŞIRNEX - Apro Dîrîl, ê di lêpirsîna Hurmuz û Şîmonî Dîrîl de beriya niha hatibû girtin û berdan, careke din hat girtin. Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, xwest ku lêpirsîn were berfirehkirin.    Hevjînên hev Hurmûz Dîrîl û Şîmon Dîrîl ku niştecihên gundê Mehrî yê navçeya Elkê ya Şirnexê bûn, di 8'ê çileya 2020'an de ji aliye kes an jî kesên nasnameya wan nediyar ve hatin revandin. Cenazeyê Şîmon Dîrîl piştî 70 rojan li kêleka Çemê Hêzilê hatibû dîtin lê ji 600 rojan zêdetir e ji Hurmuz Dîrîl agahî nayê girtin.    Di çarçoveya lêpirsîna derbarê her duyan de di 23'ê hezîranê de Apro Dîrîl ê li gundê Mehrî dima jî di nav de 3 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên wan ên li qereqola polisan her sê kes sewqî edliyeyê hatibûn kirin. Her du kesên bi Apro Dîrîl re bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan û Apro Dîrîl jî hatibû girtin.    Apro Dîrîl di 10’ê Îlonê de bi nirxandina dosyayê re hatibû berdan. Hat zanîn ku li ser îtîraza Dozgeriya Elkê, Apro Dîrîl rojên derbasbûyî careke din hat girtin û şandine girtîgehê.    ‘DIVÊ ÎDIANAME WERE AMADEKIRIN’   Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, biryara girtina Apro Dîrîl ya beriya niha ya di çarçoveya lêpirsînê de bi bîr xist û wiha got: “Lê dema Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Elkê dema girtina Apro Dîrîl li ber çavan derbas kir, ew berda. Vê carê jî li ser îtîraza Dozgerê Elkê Apro Dîrîl dîsa hat girtin. Di vê astê de em li bendê ne ku lêpirsîn were berfirehkirin û îdianame demildest were amadekirin.”   Li aliyê din biryara “veşarî" ya li ser dosyaya lêpirsînê didome.