Dixwest lawê xwe bibîne lê berî ku bibîne koça dawî kir 2021-10-07 12:28:59   RIHA - Veysî Demîr ê 74 salî ku bi nexweşîna penceşêrê ketibû û 15 sal in ku lawê xwe yê girtî Ferîdun Demîr nedîtibû, koça dawî kir.    Veysî Demîr 74 salî bû û ji navçeya Pirsûsê ya Rihayê ye. Nexweşîna penceşêr û kronîk lê peyda bûbûn. Ji ber nexweşînên xwe 15 sal bûn nikare biçe hevdîtina lawê xwe yê girtî Ferîdun Demîr ê 28 sal in girtî ye. Veysî Demîr ê bi penceşêrê ketibû vê sibehê bêyî ku lawê xwe bibîne koça dawî kir. Cenazeyê wî li gundê Marûsî yê bi ser navçeya Pirsûsê ve hat veşartin û şîna wî li gund hat danîn.    'DIXWAZIM LAWÊ XWE BIBINÎM’    Lawê Veysî Demîr, Ferîdun Demîr di sala 1993’yan de tê girtin. Di doza jê tê darizandin de bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” cezayê muebeta girankirî lê tê birîn. Demîr niha jî li Girtîgeha Antalyayê ya Tîpa L tê girtin.    Veysî Demîr ê di 16’ê nîsanê de ji ajansa me re axivîbû wiha gotibû: “Ez nebawerim ku edalet hebe. Êdî bes e. Bila lawê min berdin. Ez dixwazim berî bimirim, lawê xwe bibînim.”   Hat zanîn ku 15 sal in malbat neçûye hevdîtina Ferîdun Demîr. Demîr ji bo beşdarî şîna bavê xwe bibe serî li girtîgehê da û hat zanîn ku serlêdana wî hêj tê nirxandin.