Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike 2021-10-07 12:07:30   RIHA - Malbata Şenyaşar ku Nobata Edaletê berdewam dike wiha got: “Em ji rayedaran rehmê hêvî nakin, em dixwazin ku wezîfeya xwe ya hiqûqî pêk bînin.”    Nobeta Edaletêy a Malbata Şenyaşar (Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît) di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest pê kir, di roja 213’emîn de berdewam dike. Malbat wek her sibehê vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê hat ber Edliyeyê û li cihê her roj dest bi nobetê kir. Malbat ji ber ku pankartê wan hatiye desteserkirin, çalakiya xwe bêpankart didomîne.    Malbatê li ser hesabê xwe yê medya sanal wiha vê peyamê belav kir: “Nobeda me ya edaletê ya li ber Qesra Edaletê ya Rihayê di roja 213’emîn de dewam dike. Em ji rayedaran rehmê hêvî nakin. Em tenê dixwazin serweriya hiqê pêk were.”