Piştî bombebarana Tirkiyeyê li Amediyê şewat derket 2021-10-07 11:33:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyeyê de li çoltera Amediyê ya girêdayî Herêma Kurdistana Federe, şewat derket.    Di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyeyê de, li çoltera navçeya Amediyê ya girêdayî Duhoka Herêma Kurdistana Federe, li qadeke fireh, şewat derket. Li gorî nûçeya di Rojnewsê de cih digire, balafirên şer ên Tirkiyeyê di saetên serê sibê de, çoltera gundê Yekmalê yê li qada Ber Garê yê navçeya Amediyê bombebaran kirin. Di şewata ku piştî bomberanê dest pê kir de gelek dar şewitîn.