Dolmîşa karkeran qeza kir: Kesek mir û 16 kes birîndar bûn 2021-10-07 10:40:48   RIHA - Di qezaya ku di encama lihevqelibîna dolmîşa karkerên çandiniyê û otomobîlekê de rû da, kesekê jiyana xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.   Otomobîla ku Mûstafa A. diajot û dolmîşa karkerên çandiniyê ya ku Ahmet A. diajot, li ser rêya derdorê ya Akabe-Tokî ya navçeya Eyyubiye ya Rihayê, li hev qelibîn û qeza pêk hat. Di encama qezayê de kesekê jiyana xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn. Ahmet A. yê ji bo karkerên çandiniyê ji gundê Karaalî bibe Dîlokê bi rê ket, ji ber mazota wî xelas bû, xwest di rêya berevajî de biçe îstasyona sotemeniyê. Lê di wê kêliyê de dolmîş li otomobîla Mûstafa A. ku li ser şerîda xwe dihat qelibî.     Di qezayê de ajokarê otomobîlê Mûstafa A. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û karkerên çandiniyê Hasan Ç., Hulya O., Hacer T., Derya Y., Hayrûnnîsa Ç., Sedef Y., Ahmet A., Zehra Ç., Sabîha D., Hulya Y., Meryem D., Sara D., Îbrahîm Y., Emîne Y., Fatma D. û Rabîa E. birîndar bûn. Birîndar piştî mudaxileya ewil a li cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyan. Hat zanîn ku têkildarî qezayê lêpirsîn hatiye destpêkirin.