Eyşe Efendî: Li Kobanê jinan bîr bi derziyan kolandin 2021-10-07 09:02:14 RIHA - Dema DAIŞ'ê êriş birin ser Kobanê, ji kesên ku ji bajêr derneketin û li ber xwe dan yek jê jî Eyşe Efendî bû. Efendî, got: "Li Kobanê jinan bîr bi derziyan kolandin. Di bîra de av derneket, xwîna zarokên wan derket. Jin ji zarokên hînî berxwedanê bûn û êdî ji niha şûnda dê tu carî li ber tarîtiyê serî netewînin."    DAIŞ'ê di 15'ê Îlona 2014'an de êriş bir ser Kobanê. Piştî ku DAIŞ'ê êrişên xwe zêde û dijwar kirin, di meha Cotmehê de li Tirkiyeyê Serokkomar Erdogan got, "Kobanê hat ket ha ket." Ev gotina Erdogan li gelek bajarên herêmê û Tirkiyeyê bû sedem ku gel dakeve kuçe û kolanan. Di çalakiyên di navbera 6-9'ê Cotmeha 2014'an de hatin kirin de, polîs û eskeran bi awayekî dijwar mudaxileyî çalakgeran kirin. Di çalakiyan de gelek kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn û bi di ser hezarî re kes hatin binçavkirin.    Gava ev tişt li serxetê diqewimin, li binxetê, li bajarê Kobanê jî li hemberî êrişên DAIŞ'ê berxwedaneke mezin çêdibû. Di vê berxwedanê de ên herî zêde li pêş jin bûn û jixwe ev berxwedan wekî "şoreşa jinê" di nav rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Ji jinên ku di dema berxwedanê de li Kobanê man û derneketin û li ber xwe dan yek jê jî Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî bû.    Eyşe Efendî, rol û rista jinan a di berxwedana Kobanê de ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) nirxand.   'TECRÛBEYA 40 SALÎ'    Eyşe Efendî bibîr xist ku di sala 2011'an de li Sûriyeyê jî bi navê "Bihara Ereban" çalakî dest pê kirine û got: "Hat gotin ku wê rejîma Baas di 6 mehan de hilweşe. Wê demê ji bo şoreşê amedekariyên me tune bûn. Di destê me de çek nîn bûn, lê tecrûbeyeke me ya 40 salan hebû. Wê demê 3 rê derketibûn pêşiya me. Me rêya sêyemîn hilbijart."   'RUHÊ BERXWEDANÊ'    Efendî anî ziman kû gelê kurd bi salan e li Suriyeyê bê nasname bû û wiha pêde çû: "Bi şoreşa Rojava re cara yekem kurd bûn xwedî nasname. Êdî kurdan tahma azadiyê kirin. Li hemberî hemû kêmasiyan guhertina zihniyetekê dibû. Dema di 19'ê Tîrmehê de şoreş çêbû di destê me de çend çekên kevin hebûn. Me meclîsên xwe ava kirin, gel ji me çek dixwest lê di destê me de tune bû, tenê di destê me de ruhê berxwedanê hebû."   'ARMANC TEPISANDINA RÊYA SÊYEM BÛ'   Efendî destnîşan kir ku di navbera êrişa DAIŞ'ê û komployo navdewletî ya 9'ê Cotmehê de têkiliyek heye û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Komploya ku ji bo kurdan bêstatu bihêle derket holê bi salan beş beş hatiye meşandin. Gelê kurd bi şoreşa Rojavayê re ew komplo xist bin pêyên xwe. Armanca DAIŞ'ê ew bû ku kurdan ji nav rûpelên dîrokê rake. Di heman demê de tirkî jî alîkarî da û sînorê xwe jê re vekirin. Çekên giran di sînor de derbas bûn û gelê kurd qetil kirin. Bajarê Kobanê ji sedî 80 hat hilweşandin, lê dîsa teslîm nebû. Ji ber ku di bingeha berxwedanê da fikir û ramanên Apocîtiyê hebûn. Jixwe êriş li hemberî vê fikir û ramanê bû, êriş li hemberî rêya sêyemîn bûn."   'BI DERZIYA BÎR HAT KOLANDİN'    Eyşe Efendî, bibîr xist ku DAIŞ berî êrişê bibe ser Kobanê, êriş biribû ser Şengalê û got: "Gel, li Şengalê wehşeta DAIŞ'ê dît. Dema êriş çêbûn gel zarokên xwe di sînor re derbas kirin û dîsa hatin di şer de cih girtin. Gel bi ruhê Apocî li ber xwe da. Şoreş xwen û xeyalên gelê kurd bû. Serokê gelê kurd Birêz Ocalan got, 'Em ê bîrê bi derzîyê bikolin.' Li Rojavayê jinan bîr bi derzîyê kolandin. Ji bîrê av ne derket, xwîna zarokên wan derket û yê ku bîr kolandin qurtek ji wê bîrê vexwarin. Êdî tu kes, ji bo şoreş çêbibe, nikaribû di cihê xwe de rûnê."   'TILILIYÊN JINAN KÊM NEBÛN'    Eyşe Efendî, bilêv kir ku wê demê gelek kes ji herêmên cuda berê xwe dane Kobanê da şer bikin û axaftina xwe wiha domand: "Ji hemû herêman gel li Kobanê ji bo xwe cih dîtin. Li Kobanê herî zêde ruhê jina berxwedêr derket pêş. Jinan mala xwe, axa xwe neterikandin û li ber xwe dan. Dema Edogan got, 'Kobanê dikeve' jinan qet bawer nekir."    Eyşe Efendî anî ziman ku şoreşa şervanên YPJ'ê ji bo cîhanê bûye mînak û got: "Jinan bi berxwedana xwe bala hemû cîhanê kişand ser Kobanê. Dilê hemû jinan li Kobanê bi hev re hildavêt. Jinan ne tenê bi çekan, di warê siyasî, aborî û civakî de jî bal kişandin ser xwe."   'JIN JI ZAROKÊN XWE HÎNÎ BERXWEDANÊ BÛN'   Efendî, diyar kir ku 9'ê Cotmehê salvegera şehadeta kurê wê Şervan e jî û got: "Di dîrokê de gelek êşê mezin hene. Her sal êşê ji yê kevin mezintir bi xwe re tîne. Em dema radibin govendê, di heman demê de em şehîdê xwe jî disipêrin axê. Jinan li Kobanê gelek keç û lawên xwe spartin axê. Jin ji zarokên xwe hînî berxwedanê bûn. Di dîrokê de mînakeke din a bi vî rengî tune ye. Jinan bi berxwedana xwe nehiştin Kobanê bikeve."    'MIROVEK NUÛ AFIRANDIN'    Eyşe Efendî destnîşan kir ku jinan di gelek warên jiyanê de guhertin çêkirine û got: "Ji gelek dewletên cîhanê jin ji bo vê guhertinê ji nêz ve bişopînin, hatin Rojavayê. Jinan ruh da mirovekî/e mirî. Li gelek cihê cîhanê jinên Rojava geriyan û şoreş dan naskirin."   'ÊDÎ JIN TESLÎMÎ TARÎTIYÊ NABIN'   Efendî, di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku gefên li hemberî wan didomin û got:" Hinek dixwazin xeyalên DAIŞ'ê yên ku nîvco mane pêk bînin. Hê jî dixwazin kurdan tune bikin. Çawa heval Arîn û 12 hezar şehîdan li ber xwe dan, em ê jî li ber xwe bidin. Êriş bi çi awayî werin, bila bên em amade ne. Me 40 salî li ber xwe da, em amade ne ku 40 salê din jî li ber xwe bidin. Jin tu carî destkeftiyên xwe teslîmî tu kesî nakin. Jinên ku berê nikaribûn derkevin ber mala xwe, niha li serê çiya azad in. Êdî jinan dîroka gelê kurd bi tîpê zêrîn nivîsand. Êdî divê cîhan li hemberî kurdan ne durûyî be."   MA / Emrûllah Acar