Jinên siyasetmedar ku Mûsa Orhan şermezar kiribûn hatin beraetkirin 2021-10-06 17:05:20   COLEMÊRG - Derbarê 4 jinên siyasetmedar ên di 11’ê hezîranê de bi serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, di danişîna ewil de hatin beraetkirin. Jin ji ber tevlî çalakiyên şermezarkirina Mûsa Orhan bûbûn, dihatin sûcdarkirin.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê bi rê ve dibir de di 11’ê hezîranê de Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Navendî Sînem Seven, Berdevka Meclîsa Jinan a Colemergê Zeynep Kaya, Hevseroka HDP’ê ya Şemzînanê Sozdar Atila û Hevseroka HDP’ê ya bajêr ya berê Sîpan Tûran hatibûn binçavkirin û dûre bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Danişîna doza ewil a her çar jin jê tên darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat dîtin. Her çar jin û parêzerên wan li danişînê amade bûn.    Îdianameya di çarçoveya Çalakiya Zîncîra Mor û şermezarkirina çalakiyên têkildarî darizandina Mûsa Orhan de hat qebûlkirin. Dadgehê derbarê jinên siyasetmedar ên bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” tên darizandin de biryara beraetê da. Li ser îtîraza dozger dadgehê ji ber wêneyê birayê Seven ê endamê YPS’ê ku di sala 2016’an de jiyana xwe ji dest dabû, li cem wê hat dîtin, salek û 6 meh cezayê hefsê da Seven.