6 sal cezayê hefsê li siyasetvan Çûr hat birîn 2021-10-06 15:36:19   AMED - Li Cîgira Hevşaredara Yenîşehîrê Nevriye Çûr a ji bo tevlî çalakiyên mertalên zindî ku şer bisekine bûbû, derbarê wê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin, 6 sal 3 meh cezayê hefsê hat birîn.    Cîgira Hevşaredara Yenîşehîrê Nevriye Çûr a ji bo operasyonên di sala 2015’an de li Licê, Hênê û Hezroyê bi îlankirina qedexeya derketina derve re dest pê kirin, bên sekinandin, piştî tevlî çalakiya mertalên zindî bûbû hatibû binçavkirin û girtin. Dûre lêpirsîna wê hatibû berfirehkirin û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz li ser hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya vê dozê li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Çûr a bi biryara Wezareta Karên Hûndir ji pewyîrê hat dûrxistin û negirtî tê darizandin û parêzerê wê Şeyhmûs Bayhan beşdarî danişînê bûn.    DOZGER CEZA XWEST   Dozger ê mutalaya xwe pêşkeşî dadgehê kir û diyar kir ku Çûr dema tevlî çalakiya mertalên zindî bûbû hatiye girtin, tevlî civîna danasîna namzetên HDP’ê bûye, endama Komeleya Hemwelatiyên Azad e û bi sûcê “endamtiya rêxistinê” ceza xwest.    Çûr, ji bo ku li dijî mutalayê parastinê bike dem xwest û beyanên şahidên nepen qebûl nekir. Çûr, diyar kir ku ne endama rêxistinê ye û daxwaza beraeta xwe kir. Parêzer Şeyhmûs Bayhan jî bi lêv kir ku tevlî mutalayê nabin, muwekîla wî endama HDP’ê ye, tevlîbûna wê ya civîna danasîna namzetan normal e û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir.     6 SAL 3 MEH CEZAYÊ HEFSÊ BIRÎ   Dadgehê piştî navbereke kurt bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê li Çûr birî. Dadgehê bi îdîaya ku sûcê binpêkirina Qanûna Hejmara 2911 kiriye jî 5 meh ceza li Çûr birî û cezayê 5 meh ê girtîgehê taloq kir.  Dadgehê biryar da ku şertê kontrola edlî ya li Çur tê sepandin, heta ku darizandin biqede bidome.