Ji Girtîgeha Kirikkaleyê 80 girtî hatin sewqkirin 2021-10-06 15:09:50   ENQERE - Ji Girtîgeha Kirikkaleyê 80 girtî bi hêceta "ewlehiyê" sewqî girtîgehên cuda hatin kirin.    Ji Girtîgeha Kirikkaleyê 80 girtiyên dihatin ragirtin di 2'yê cotmehê de bi hêceta "ewlehiyê" sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. Hat zanîn ku di nava van girtiyan de yên nexweş û yên ku hindik maye werin berdan jî hene. Hat diyarkirin ku girtiyên ji wê girtîgehê sewqî Girtîgeha Bolû ya Tîpa F hatine kirin bi lêferzkirina lêgerîna tazî re rûbirû mane.    Li aliyê din hat zanîn ku van 80 girtiyan sewqî girtîgehên bajarên Tekîrdag, Antalya, Sîlîvrî, Sîncan, Buca Kiriklar, Şakran û Bolûyê hatine kirin.