Dozger 15 sal cezayê hefsê ji Hevseroka MEBYA-DER'ê re xwest 2021-10-06 14:53:43 AMED - Dozger di danişîna doza Hevseroka MEBYA-DER Yuksel Almas de 15 sal cezayê hefsê jê re xwest.    Hevseroka MEBYA-DER'ê Yuksel Almas di çarçoeya lêpirsîna li ser komeleyê girtî tê darizandin. Danişîna doza Almas ku i îdiya "endama rêxistinê ye" li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Almas ji Girtîgeha Amedê ya Jinan i rêya SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû. Parêzerên wê Muhittîn Mûgûç û Hava Atli beşdarî danişînê bûn. Dozger mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û xwest Almas ji ber îdiaya "endamtiya rêxistinê" ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan were cezakirin û girtina wê berdewam bike.    XEBATÊN WÊ YASAYÎ NE     Almas destnîşan kir ku ew sûcdariyên li ser xwe qebûl nake û ji ber nexweşiya wê li girtîgehê mexdûr bûye û kesek li zarokên wê binêre nîne. Almas got îdianameya derbarê wê de bêbingeh e, wê berevajî îdianameyê xebatên yasayî kirine û xwest were beraetkirin.    Parêzeran jî diyar kir ku ji vê dozê gelek kes tên darizandin lê tenê miwekîla wan Almas girtî ye û xwestin miwekîla wan were berdan. Parêzeran ji bo parastina li dijî mutalayê dem xwestin.    Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir, biryara dewama girtina Almas da û danişînê taloqî 13'ê kanûnê kir.