Derbarê Ferît Şenyaşar de lêpirsîna ‘Qesrê’ hat destpêkirin 2021-10-06 13:05:41 RIHA - Derbarê Ferît Şenyaşar de ji ber gotina “Ji Qesrê ditirsin” lêpirsîn hat destpêkirin.    Malbata Şenyaşar (Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît) ji 9’ê adara 2021’an ve bi daxwaza “edaletê” li ber Edliyeya Rihayê nobetê digire. Malbatê di roja 212’emîn de çalakiya xwe berdewam kir. Ferît Şenyaşar diyar kir ku dozgeriyê bi îdiaya “heqaret li Serokkomar kiriye” derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.    DÊ TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN    Ferît Şenyaşar destnîşan kir ku lêpirsîn û doz û astengî nikarin têkoşîna wan a edaletê rawestînin û wê her têkoşîna xwe berdewam bikin. Ferît Şenyaşar da zanîn ku polîs lê geriyane û jê re gotine divê biçe li miduriyeta polîsan îfade bide.    Şenyaşar di hevpeyvînek xwe de gotiye “Ji Qesrê ditirsin” û ji ber vê yekê lêpirsîna “Heqaret li ser Serokkomar kiriye” hatiye destpêkirin.